Li êşkencekarê Esed cezayê muebedê

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:21

  • Dadgeha bilind a Eyaletê ya li Koblenzê, Anwar Raslan ê ji Sûrî ji ber beşdariya êşkenceya dewlet li xelkê dike "êşkenceya dewletê" ceza kir. 

Dadgeha bilind a Eyaletê ya li Koblenzê, Anwar Raslan ê ji Sûrî ji ber beşdariya êşkenceya dewlet li xelkê dike "êşkenceya dewletê" ceza kir.

Aktîvîstên mafê mirovan pesnê biryarlê didin û dibêjin ew sînyaleke muhim dide. 

Doza li dijî Raslan Nîsana 2020´an dest pê kiribû û 108 rûniştinan dewam kiribû û doh dadgehê biryara xwe eşkere kir û cezayê hepsê yê heta hetayê li Anwar Raslan birrî.

Dadgehê ew ji sûcê li dijêî mirovahiyê, êşkenceya dewletê ceza kir. Di nava sûcdariyan de êşkenceya herî kêm li 4000 hezar kesan li hepseke dewletê ya li Şamê, kuûtina 27 mirovan û birîndakirina 25 mirovan hebûn. 

Serokê Human Rights Watchê, Kenneth Roth li Cenevreyê li ser mijarê got, "Ev bi rastî jî dîrokî ye. Ev kêliyeke pirr muhim e ji bo wan sivîlên ji êşkence û destavêtina li hepsên Sûriyê sax filitîne."

Wezîrê Federal a Dadweriyê yê Elman Marco Buschmann (ji partiya FDP) jî biryar weke nimûneyeke ji bo welatên din jî nirxand û got, "Ez ê silav bikim heger dewletên din ên hiqûqê jî vê ji xwe re bikin nimûne. Kê li dijî mirovahiyê sûc kiribe, nabe ku li ti derî stareke ewle ji xwe re peyda bike."

KOBLENZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.