Li Erziromê hîleya dewleta Tirk
Çarşem 17 Gulan 2023 - 00:25
Li ser îtîraza hevpar a AKP, MHP û Partiya Îyî, hewl dan hene ku parlamenteriya Meral Daniş Beştaş bê xespkirin. Beştaş got, ew ê serî li ber dek û dolaban netewîne: “Em ê destûrê nedin ku wekîltiya me were xespkirin.”
Dewleta Tirk ji bo xespkirina palamenteriya Yeşil Sol Partiyê ya Erziromê, hîleyeke mezin dike. Ji bo vê jî partiyên Tifaqa Cumhurê AKP, MHP bi partiya Tifaqa Milletê Partiya Îyî re hevkariyê dikin. Ew bi hev re li ber encaman rabûn da ku parlamenteriya Parlamentera Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti), Meral Daniş Beştaşê xesb bikin. Meral Daniş Beştaşê li ser mijarê ji ajansa me re got, “Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me were xespkirin.”
Li gorî nûçeya Bêrîvan kutlu ya di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de Meral Daniş Beştaşê got, “Partiya Îyî, MHP û AKP hewl didin li Erziromê parlamenteriya me bidizin. Hema hema li hemû navçeyan îtîraz kirine lê bingehekî qanûnî ya van îtîrazan nîne. Tekane tişta li ser lihev kirine ew e ku nehêlin Partiya Çepên Kesk li Erziromê parlamenter derxîne. Em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Tevî parêzerên xwe li cihê cih in. Em wekîla xelkê Erziromê ne û em ê mazbatayê bigirin. Heke hîleyek hebe, ev jî li dijî partiya me hatiye kirin. Banga me li her kesî ew e ku li her derî xwedî li Erziromê derkevin. Em bi hev re bi ser ketin û em dê bi hev re bigihînin encamê.”
ERZIROM