• Li seranserê Elmanyayê dawiya hefteyê Kurdistaniyan rêz ji tevdîrên pandemiyê re girtin, lê di heman demê de jî xwedî li berxwedana zindanan derketin. Kurdistaniyan û dostên wan bi peyama xwe got, heta Ocalan serbest bibe têkoşîn wê dewam bike.

Li Elmanyayê Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li gelek bajaran dawiya hefteyê hat protestokirin. Çalakgeran li bajarên Koln, Frankfurt, Dusseldof, Duisburg, Munster, Winsen-Luhe û Munchenê destek da berxwedana li zindanan a roja xwe ya 53´yan de. Li Kolnê bûk û zavayekî jî roja xwe ya zewacê destek da çalakiyê.  

KOLN: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclisa Jinan a Viyan, çalakî li nêzî Dom´ê, li Bahnofvorplatzê pêk hat. Kurdistaniyên derdora Koln û Bonnê tevlî çalakiyê bûn. ji ber rewşa pandemiyê beşdariya çalakiyê hatibû sînordarkirin. Çalakgeran wêneyên Rêber Abdulah Ocalan û pankartên li ser wan nivîsandî “Azadî ji bo Ocalan” û “Bêdeng nemîne, pişta greva birçîbûnê ya li hepsan bigire” hilgirtin.

Nûnerê AGÎF’ê jî destek da çalakiyê. Wî di axaftina xwe de operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî ESP’ê jî protesto kirin.

Bûkek û zavayekî ji Rojava jî tevlî çalakiyê bûn û di roja xwe ya zewacê doza azadiya Rêbêr Abdulah Ocalan kirin. Bûk û zavayê ku wêneyên Rêber Abdulah Ocalan hilgirtîn bala xelkê kişandin ser xwe.

FRANKFURT: Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Frankfûrtê, çalakiya li dijî tecrîdê û ji bo destekkirina berxwedana li hepsan, li dar xist.

Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK/KAWA) Emîn Denîz li mîtîngê axivî û berxwedana greva birçîbûnê silav kir. Denîz got, "Em ê bibin dengê têkoşerên vê têkoşîna bi rûmet." Denîz destnîşan kir ku li dijî zilm û êşkenceya desthilatdariya faşîst, wê sala 2021'ê têkoşînê xurttir bikin.

Bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Mesût Karataş axivî û got, "Hepsên li Tirkiyeyê her tim bûne navenda berxwedanê. Şoreşgeran her tim canê xwe feda kiriye û rêya têkoşînê nîşanî gelên me dane."

MUNSTER: Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiya li ber navenda stasyona trenê ya li Munsterê bûn. Kurdistaniyan tecrîdkirina Ocalan şermezar kir. Wan got, heta şikandina tecrîdê, berxwedan wê dewam bike.

Çalakgeran got, ne tenê dewleta Tirk, hêzên komploger ên navneteweyî jî tecrîdê plan dikin û  pêk tînin.

DUSSELDORF: Çalakî li ber stasyona trênê ya navendî ya trênê ya bajêr bû. Gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê silav kir, li ser binpêkirina mafan û tecrîda li hepsên dewleta Tirk raya giştî hat agahdarkirin.

Di çalakiyê de ji bo kampanyaya îmzeyan a TJK-E’yê ya “100 sedem ji bo dadgehkirina dîktatorî” jî îmze hatin komkirin.

WINSEN-LUHE: Gelek Kurdistanî û komên antî-faşîst ên Elman tevlî meşa bi pêşnegiya Yekitiya Ciwanên Şoreşger (YCŞ) ya li Hambûgê bûn.
Di çalakiyê de li ser navê NCDK Hambûrgê Abûzer Bozava got, tecrîdkirina Rêber Abdulah Ocalan li dijî gelê Kurd hemûyî ye û got, “Em li ku derê dibin bila bibin, li dijî vê tecrîdê, nerazîbûna xwe em ê bînin ziman.”

MUNCHEN: Li ser banga Meclîsa Jinan a Sarayê û NCDK’a vî bajarî, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hate protestokirin. Mîtîng li Stachusê hate lidarxistin.
Kurd û enternasyonalîstên Elman tevlî çalakiyê bûn û daxuyaniya KON-MED’ê hate xwendin. Çalakgeran got, li dijî Ocalan tecrîdeke sîstematîk tê kirin. Çalakgeran diyar kir ku heta Ocalan fizîkî azad bibe, têkoşîna wan wê bidome.

DUISBURG: Li ser banga AGÎF û NCDK Duisburgê, bi şiyara, “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê birûxînin” û “Li greva birçîbûnê ya li hepsan bêdeng nemînin” mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de li ser navê NCDK’a Dusiburgê Hevserok Niyazî Oztaş got, "Heta ku em bikin Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, têkoşîna me wê dewam bike."

NAVENDA NÛÇEYAN