Li Elmanya civînên saziyan

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:07

Federasyona FCDK-KAWA li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê 6’emîn Civîna xwe ya Dema Navber lidar xist. Civîna FCDK-KAWA’yê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de destpêkê dîwan hate hilbijartin. Siyasetmedar Îsmet Kem axaftinek kir û têkildarî pêvajoyên dawî yên siyasî, rol û girîngiya meclîsên gel ên demokratîk nirxandin kir. Di axaftinan de qala êrîşên dagirkeriyê yên Kurdistanê, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên li Ewropayê hate kirin û hat destnîşankirin ku divê têkoşîn bê geşkirin. Nûnerên KOMAW, CÎK, TJKE, PYD û nûnerên Rojhilat jî di civînê de amade bûn. Rêveberiya nû ya ku ji 11 kesan pêk tê, hate hilbijartin. Di dawiya hilbijartinan de Mehmet Copan û Kerîme Barcin bûn hevserok.

Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) NRW’ê jî civîna asayî ya salane li Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li dar xist. Tevî delegeyan, nûnerên saziyên Kurdan ên demokratîk ên li Ewropayê, KCDK-E, NAV-DEM, KON MED, CÎK, TJK-E beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, li ser xebatên salane, pêkanîna biryarên di kongreyê de hatibûn girtin û xebatên dema pêş hatin nîqaşkirin. Di civînê de qonaxa nû ya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya di çarçoveya azadiya Rêber Abdullah Ocalan de tê meşandin, weke rojeveke cuda hat nirxandin. Li ser xurtkirina pêngavê nîqaşên berfireh hatin kirin û her wiha pêşniyarên li ser bibandorkirina pêngavê jî hatin kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.