Li Êlihê zaroyek bi êşkencê girtin

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:55

FETHÎ BALAMAN / MA / ÊLIH

Li Êlihê zarokê 17 salî ê bi navê Suleyman.Ç bi êşkenceyê destgîr kirin û pişte bi îdîaya ‘’sûcê bi navê rêxistinê’’ kirin girtîgehê. Parezerê Suleyman. Ç Yunus Bagiş diyar kir wan hemû bêhiqûqî belge kiriye û ew ê gilî bikin.

Zarokê 17 salî ku polîsan îşkence lê kiribû û serê wî ji 3 cihan re şikandibû, li nexweşxaneyê nehat tedawîkirin. Dozgeriyê bêyî rapora muayeneyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û hate girtin. Ji ber ku girtîgehê got bêyî rapora muayeneya edlî nagirin, bi lez û bez raporek hate amadekirin.  

Li Êlihê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijarinên herêmî yên 31’ê Adarê de Şaredariya Êlihê bi dest xist. Piştî pîrozbahiyên di 4’ê nîsanê de, polîsan ciwanê bi navê Suleyman Ç. ê 17 salî bi îşkenceyê destgîr kirin. Polîsan bi qebzeya çekê ji 3 cihên cuda sere Suleyman Ç. şikandin. Der barê Suleyman Ç.de di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê de bêyî hincet rapor nehat amadekirin. Suleyman Ç. ewilî birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê pişte re jî sewqî Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hate kirin. Tevî ku rapora muayeneya edlî tunebû jî dozger bi daxwaza girtinê Suleyman Ç. sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Êlihê kir. Dadger jî bêyî rapora edlî, biryara girtina Suleyman Ç. da. 

Kirariyên derheqê Suleyman Ç. de li gorî prosedûrên hiqûqê nehatin kirin û ev yek jî bû sedem ku Suleyman Ç. ji deriyê girtîgehê vegere. Îdareya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê bêyî rapora edlî, girtina Suleyman Ç. qebûl nekir û vê carê jî bi awayekî lez û bez raporekî muayeneyê hate amadekirin.  

Bi lez û bez rapor 

Parêzerê Suleyman Ç., Yunus Bagiş ji rêveberiya girtîgehê re got ku nikarin bêyî rapora edlî muwekîlê wî têxin girtîgehê. Bagiş, da zanîn li ser vê yekê bi awayekî lez û bez der barê Suleyman Ç. de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê raporek hate amadekirin. Bagiş, diyar kir ku midûriyeta polîsan, dozgerî û dadgerî derveyî kanûnê kirarî kirine û anî ziman ku ew ê giliya polîsên ku darb kirine, bijîşkên ku rapor nedane, dozgerê bêyî raporê bi daxwaza girtinê sewq kirî û dadgeha biryara girtinê daye bike. 

Em ê gilî bikin  

Bagiş, destnîşan kir bêhiqûqiya bi destgîrkirinê dest pê kiriye bi girtinê dom kir û got, “Me tevahiya pêvajoya bêhiqûqiyê belge kir. Em ê bi belgeyên binpêkirinê yên di deste me de, kesên di vê pêvajoya bêhiquqiya zincîrî de cih girtine gilî bikin.” 

Ti delîl nînin

Bagiş, daxuyand ku tevî der barê muwekîlê wî de tu delîlên şênber nîn in jî hatiye girtin û axaftina xwe wiha qedand: "Hinceta girtina wî ‘Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, bi ser navê rêxistinê sûc kiriye.' Wekî tê zanîn ev hinceta girtinê hatibû betalkirin û bi pakêta darazê ya 8’emîn careke din ev made xistin dewrê. Muwekîlê min dema belavbûnê de xistine wesayîta polîsan û îşkence lê kirin. Ev tişt tevî ku di nav tu çalakiyan de nebû û dema diçû mala xwe, hatin jiyîn. Hewldaneke êrişê ya li dijî rayedar û malê  cemaweriyê nîn e. Di nava dîmenên nav dosyeyê de jî nîn e. Ev ji hêla me û dozgeriyê ve jî hate lêkolînkirin. Yek delîl jî nîn e lê belê bi awayekî bêhiqûqî hate girtin. Ev bêhiqûqî bû rêzebêhiqûqtî." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.