Li Êlih û Wanê 1’ê Gulanê

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:55

  • Di serî de li Êlih û Wanê li Kurdistanê li gelek deveran 1’ê Gulanê bi tevlêbûna karkeran, nûnerên sendika û DEM Partiyê hate pîrozkirin.

Mîtînga 1'ê Gulanê ya li Êlihê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hate lidarxistin. Tevî pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî û kedkarên ji bajarên derdorê li Xaçerêya Word Mar a li Bûlwara Tûrgût Ozal li hev kom bûn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Sekretera Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher û Serokê Şaxê Êlihê ya Petrol Îşê Veysel Kartal li mîtîngê axivîn. Bi hezaran kesên ji bo mîtîngê li hev kom bûn demeke dirêj govend gerandin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Jin wê biharê jî aştiyê jî bînin", "Em êm afê xwe bi dest bixin", "Zimanê me rûmet û hebûna me ye" û "Bijî 1'ê Gulanê" hatin hildan.

Girseya gel tim û tim dirûşmên "Bijî yekê Gulanê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" qîriya û bi rengê kortejê ber bi Parka Jinê ya 8'ê Adarê ve meşiya.

WAN

Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê  ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya KESK, DÎSK, Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de hate lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir. Karker û kedkar sibehê hê zû li ber AVM’ya Gunpaşê hatin ba hev. Kedkarên dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter, cihê  mitîngê ve bi rê ketin. Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” meşiyan dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin. 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.