- Li Başûrê Emerîkayê li paytexta Ekwadorê Quittoyê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewrûpa û DYE'yê bê derxistin, îmze hatin berhevkirin.
Li Başûrê Emerîkayê li paytexta Ekwadorê Quittoyê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewrûpa û DYE'yê bê derxistin, îmze hatin berhevkirin. Li bajarên Fransayê Rennes û Nantesê jî dezgeh hatin danîn û bi heman armancê îmze hatin berhevkirin.
Insîyatîfa Adaleta Navneteweyî ya ji bo Kurdan ji bo ku PKK ji nav lîsteyê were derxistin, li paytexta Ekwadorê Quîttoyê dezgehên îmzeyê danîn.
Di dezgehên Kolektîfa Deste El Margen de ji bo ku PKK ji lîsteyê were derxistin îmze hatin berhevkirin.
Dezgehek jî ji bo fuara pirtûkan a li Qesra Carondeletê hate danîn, li kolana Reine Victoriayê. Şemî û yekşemî dezgeh hatin danîn
Endamên Kolektîfê ji aliyekî ve îmzeyan kom dikin û ji aliyê din ve jî behsa neheqiya li ser Kurdan dikin.
Li Rennes û Nantesê dezgeh danîn
Di çarçoveya kampanya cîhanî ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ên Yekîtiya Ewrûpayê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ya ku Înîsiyatîfa Edaleta Navneteweyî ji Bo Kurdan da destpêkirin, li bajarên Fransayê Rennes û Nantesê dezgehên agahdarkinê ji bo komkirina îmzean hatin danîn.
Li her du bajaran dezgeh bi dirûşmeya “PKK gel e, gel nayê qedexekirin” hatin danîn. Şemî û Yekşemê bi sedan îmze hatin berhevkirin û bi sedan belavok jî ji bo agahdarkirinê hatin belavkirin.
QUÎTTO/PARÎS