Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê bi panzêrê pê li zilamekî û hevjîna wî kir. Di encamê de zilam can da û hevjîna wî jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ji nava Efrînê hatine bidestxistin, panzêreke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker pê li zilamekî bi navê Kemal Nebû û hevjîna wî kir ku li ser rêya Cindirêsê berê xwe didan gundê xwe Hemamê. Di encamê de zilamê bi navê Kemal Nebû can da û hevjîna wî bi giranî birîndar bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 20ʼê Cotmeha borî jî panzêreke artêşa dagirker pê li 2 zarokan kiribû, di encamê de zarokek can dabû û yê din jî bi giranî birîndar bûbû.
4 sivîl revandin
Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Badîna yê navçeya Mabata ya Kantona Efrînê 4 sivîl revandin. Li gorî agahiyan, kesên hatine revandin ev in: Henan Şaban, Ehmed Horo, Lokman Mihemed û Mihemed Sîdo. Nayê zanîn ku yên hatine revandin bi ku ve birine. Li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi hezaran kesên sivîl hatine revandin ku aqûbeta wan nayê zanîn.
NAVENDA NÛÇEYAN