Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine wergirtin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî ji gundê Ziyaretê revandine. Her wiha malên Efrîniyan desteser dikin û vediguherînin baregehên leşkerî. Çavkaniyan got ku desteserkirin û revandina sivîlan bi koordîneya bi îstixbaratên Tirkiyê re pêk tê.
Veguherandine baregeha leşkerî
Çavkaniya ji Efrînê da zanîn ku çeteyên navê “polîsên leşkerî” li xwe dikin di destpêka Tebaxê de ciwanekî ji gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrewa, dema ku li bajarê Ezazê bû revandine û nayê zanîn bê bi ku ve birine.
Li aliyekî din, çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku çeteyan bi fermana îstixbarata Tirkiyê dest danîne ser mala welatiyê bi navê Ehmed Emûnê yê ji gundê Baflûrê û mala wî veguherandine baregeha leşkerî.
Girtîgeha herî xeter
Çavkanî diyar kir ku çeteyan xwediyê malê qewitandiye, li dora malê dîwarê çemento lê kiriye û ala Tirkiyê li ser bilind kiriye. Çavkanî bi bîr xist ku mala welatiyê navborî li ketina navçeyê li ser rêya sereke ye ku navçeyê bi navenda bajarê Efrînê ve girê dide.
Çavkaniyekî din ji gundê Metîna ragihand ku îstixbaratên Tirkiyê maleke li ser rêya di navbera gundê Metîna û navenda navçeya Şerayê de, veguherandiye baregehê û radestî çeteyên Furqeya Sultan Mûrad kiriye. Li gorî çavkanî, mal a welatiyê bi navê Hec Menan ê ji gundê Metîna ye.
Li gorî heman çavkanî, mala ku veguherandine baregeha leşkerî tê de girtîgeha herî xeter li herêmê heye û hemû kesên revandî yên li wir dişinin Tirkiyê, her wiha hemû cureyên êşkenceyê û binpêkirinan li wir tên kirin.
ŞEHBA