Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest ku beriya civîna NATO bi teqîna li nexweşxaneya Efrînê komployekê çêke lê bi ser neket.

Îlham Ehmed got: “Dewleta Tirk bi bûyerên li Minbic û Efrînê xwest careke din `Herêma ewle` bixe rojevê û di civîna NATO'yê de bi destekî xurt biçe ser masê, lê planên wê li hev nehatin.” 

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk heya niha dixwaze Minbicê dagir bike û got: “Dixwazin bêaramî li van herêman pêk bînin û mudaxele bikin.”

Civîna 31'an a NATO'yê pêr bi tevlîbûna 30 dewletan li Brukselê hat lidarxistin. Îlham der barê vê civînê de got: “Dewleta Tirk beriya civîna NATO di mijara Sûriyê de tişta ku dixwast negihiştiye.  Dewleta Tirk dixwast Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya Heleb jî di nav de tevahî dagir bike. Heya niha ev çênebû. Erdogan got, `em amade ne ku herêmeke ewle çêkin`, xuya ye ku di vê civîna bilind de avakirina `Herêmek Ewle` li Bakurê Sûriyê car din di rojeva Erdogan de bû ku deynê ser masê. Ji bo vê bidin qebûlkirin êriş li ser nexweşxaneya Efrîn pêk anî. Êdî ev di navbera hikûmeta Şamê û Tirkiyê de yan di navbera çete û hikumeta Şamê de çêbûye ne diyar e. Di encam de planek wiha heye ku vê êrişê pêk bînin û wekî ku QSD`ê kiriye bi dosyekê herin pêşberî dewletên NATO ji bo ku bidin qebûlkirin. Emerîka û dewletên koalîsyonê tekilî û piştgiriya xwe ji QSD`ê bibirin. Armanc ev e, û gelekî bi israr xwestin vê bikin. Bi biryar in ku êrişên wiha têxin berpirsyariya QSD`ê û ji bo ku bibêjin cihên QSD`ê lê heye ewlehî lê tuneye, gelê sivîl tên kuştin û ji bo wê jî divê ev herêm teslîmî Tirkiyê bê kirin.”

ANHA/QAMIŞLO