Li Efrînê kesekî din revandin
În 27 Çile 2023 - 00:11
MÎT’a dewleta Tirk li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî di 19’ê Çile de welatiyekî din revand.
Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker MÎT di 19`ê Çileyê de welatiyê bi navê Elî Reşîd Omer (40) li cem Dibistana Meyselûn a li taxa Eşrefiyê ya Efrînê revand.
Hêjaryî gotinê ye, ji destpêka îsal de, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 30 welatiyên ji Efrînê revandine.
ANHA/ŞEHBA