Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek sivîlên Efrînê ku di nava wan de zarok jî hene, revandin. Çarenûsa kesên hatine revandin hîna ne diyar e.

Çavkaniyekî ji navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên koma bi navê “Sultan Silêman Şah”, Emşat û Lîwa Weqas ê girêdayî artêşa Tirk a dagirker gelek sivîl ji gundên navçeyê revandin.

Li gorî çavkanî, Mîkayil Mihemed (34) 2 jin û zarokekî ji gundê Anqelê, Nûrhan Kêlo (55), Cozfîn Mihemed (35) û Cofan Ehmed (14) revandine.

Çavkaniyekî din ji gundê Çeqela navîn ê girêdayî navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên Emşat mixtarê gund ê bi navê Bekir Reşolîk revandin û li hemberî berdana wî 500 dolar ji malbata wî xwestin.

Şêniyên gundê Firîriyê ya girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî qebûl nekirin ku çete dest deynin ser berhemên wan ên zeytûnan.

Li gorî agahiyên ji gund, piştî wê bûyera ku pêr qewimî, di navbera şêniyên gund û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer derket û di encamê de ciwanekî ji gund birîndar bû. Ciwanê birîndar navê xwe Ehmed Cûma Diyab (25) e. n ANHA/ŞEHBA