Li Efrînê Êzdayetiyê qirr dikin

Duşem 20 Adar 2023 - 00:15

Ji destpêka êrişên dagirkirina Efrînê ve di 20ʹê Çileyê 2018ʹan ve, dewleta Tirk a dagirker gefên qetilkirin, serjêkirin û revandinê li Êzîdiyan xwarin. Dema ku dagirker ketin gundên Êzîdiyan, wan mezarên wan rûxandin û Êzîdî neçar kirin ku dev ji baweriya xwe berdin û çand û fikra tundraw li ser wan ferz kirin. Bi vê yekê hewl dan kiryarên ku çeteyên DAIŞʹê li Şengalê pêk anîbûn, temam bikin.

 

Qirkirinê li Êzîdiyan ferz dikin

Li gorî Yekîtiya Êzîdiyan a Kantona Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina Efrînê, di nav de 4 jin, bi giştî 11 welatiyên Êzîdî qetil kirin, di nav de 19 jin û zarokên keç bi giştî 64 Êzîdî revandin. Her wiha dest danîn ser milkên Êzîdiyan, bi hezaran darên zeytûnan ên Êzîdiyan birrîn û milkên wan li ber çavê xwediyên wan helal kirin.

 

Li warên Êzîdiyan mêtingeh ava kirin

Di Tebaxa 2020ʹan de dewleta Tirk a dagirker bi desteka ʹʹKomleya Şêx Ebdullah El Nûrîʹʹ ya Kuwêytî ya ixwanî û bi çavdêriya rêxistina "Eyadî Beyda" dest bi avakirina dibistaneke olî bi navê Îmam û Xetîb kir. Ev dibistana ku fikra tundraw belav dike, li ser bermahiyên Navenda Yekîtiya Êzîdiyan a Efrînê hat avakirin. Di 23ʹyê Îlona 2021ʹê de ev dibistan ji aliyê “Meclisa Cihî a Efrînê” ya dagirkeran ve hat vekirin.

Li gundê Şadêrayê  jî komeleyên bi navê  El Eyedî El Beyda  û El Eyiş Bî Kerama yên girêdayî Ixwan El-Muslimîn mêtingehek ava kir. Ev mêtingeh têra 70 malbatan dike. Li gundê Bafliyonê jî piştî ku xelkê gund hatin koçberkirin, avahiyên mêtingeriyê ji bo bicihkirina malbatên filistînî û turkmen hatin avakirin. Ev mêtingeh bi desteka dewletên Qeter û Kuwêytê hatin avakirin.

Di heman demê de, dewleta Tirk û çeteyên wê li cihên îbadetê yên Êzîdiyan navendên belavkirina fikrên tundraw ava kirin. Li gundê Şadêra du navend bi destek û çavdêriya komeleya "El Eyş Bî Kerama" ya Filistînê hat avakirin û ji aliyê Komeleya ʹʹEyadî Beyda" ve hat pêkanîn.

Li gundê Qestel Cindo yê Êzîdiyan ê di bin dagirkeriya çeteyên Lîwa Asîfet El Şemal de mizgeftek hat avakirin, tevî ku xelkê gund hemê Êzîdî ne û misliman lê tine ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.