Dewleta Tirk li navçeya Şêrawa ya Efrînê ku ji sala 2018'an û vir ve dagir kiriye, dîwar lê dike.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye li ser malpera xwe ya fermî anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker ji gundê Kîmarê yê başûrê Efrînê ve heta bi gundê Beradê dîwar ava dike. Dirêjahiya dîwar 5 kîlometre û bilindbûna wê 3 metre ye. Rêxistinê diyar kir ku heta niha dagirkeriyê 2 kîlometre lê kiriye û hîna dewam dike.
Li gorî çavkaniyên ji rêxistinê re aşkera kiriye, artêşa Tirk parçeyên mezin ên dîwaran bi rêya alavên giran ji xaka Tirkiyeyê ve ber bi gundên navçeya Şêrawayê ve anîne.
Artêşa Tirk a dagirker li gelek baregehên leşkerî yên li gundê Kîmarê yê li eniya şer bi cih bûne. Ji van baregehan ve koçberên Efrînê yên li gundên navçeyên Şera, Şêrwayê û kantona Şehbayê tên hedefgirtin.
Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser dîwaran têl, bircên bi kamerayên dîmenên termal, kamerayên infrared, cîhazên dîtina şevê, radar û cîhazên antî sînyala bêtêl, ji bilî pergalên çekan û lazerên taybet danîne.
Dewleta Tirk a dagirker di 19‘ê Nîsana 2019‘an de dîwar li derdora gundên li eniyên şer; Kîmar, Beradê yên Şêrawa, Mêremîn û Cilbirê yên Şerayê lêkirin. Da ku van herêman ji Sûriyeyê qut bike.
Rêxistinê dawiyê de anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji vê yekê parçeyên ji xaka Sûriyeyê dagir bike û tev li xaka xwe bike.
EFRÎN