Li Efrînê destavêtin zarokeke din

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 15:21

Çavkaniyeke ji hundirê Efrîna dagirkirî diyar kir ku serçeteyekî komeke dewleta Tirk a dagirker dest avêtiye zarokeke 14 salî. Di nava hefteyekê de ev sûcê destavêtinê yê duyemîn e.

Li gorî çavkaniyê ji ajansa ANHA’yê re eşkere kiriye, serçeteyê dagirkeriya Tirkan ê bi navê Selah Qasim ê 54 salî, yek ji serçeteyên koma "Ceyş el-Îslam" e. Vî serçeteyî dest avêtiye zarokeke 14 salî.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku zaroka klu serçeteyê dagirker dest avêtiyê, ji bajarê Helebê ye û tevî malbata xwe li Efrîna dagirkirî bi cih bûye.

Her wiha çavkaniyê got, serçeteyê sûc kiriye ji taxa Berzê ya Şamê ye.

Li herêmên dagikirî, di nava hefteyekê de 2 sûcên destavêtinê li dijî 2 zarokan pêk hatin. Serçeteyê koma Sultan Suleyman Şah (Emşat) di 2’ê Gulanê de li navçeya Şiyê ya Efrînê destavêtibû zarokeke 10 salî. Piştî vê xelkê nerazîbûn nîşan dabe jî çeteyan, zext li xelkê kir da ku protestoyan bi dawî bike. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.