Li Efrînê demografiyayê diguherin

În 17 Adar 2023 - 00:45

“Meclisa Cihî ya Afrînê” ya ser bi dewleta Tirk a dagirker, di çarçoveya guhertina demografiyê de konan li derdora bajarê Efrînê datîne.

Gelek wêne vê yekê eşkere piştrast dikin: Qaşo “Meclisa Cihî ya Efrînê” ya ser bi dewleta Tirk, bi sedan kon li rojavayê navenda bajarê Efrînê danîne.

Hin çavkaniyên ji bajarê Efrînê agahî dane ANHAʹyê. Ev kon bi hinceta bicihkirina mexdûrên erdhejê hatine danîn, lê di rastiyê de ji bo avakirina mêtingehan in.

 

Li Qeretepe 170 kon danîn

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbû, bandor li gelek deverên Sûriyeyê û Rojava jî kir. Herî zêde zirar li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê bû. 

Dewleta Tirk a dagirker sûdê ji karesata erdhejê digire da ku guhertina demografiyê bilezîne.

Çavkaniyan diyar kiribû ku dewleta Tirk a dagirker, li derdora Cindirêsê û navenda Efrînê kampan ava dike da ku navçeyê ji niştecihên wê vala bike û kesên biyanî li şûna wan bi cih bike.

Her wiha çavkaniyan gotibû, meclisa girêdayî dagirkeran, li gundê Qeretepe yê Şêrayê weke qonaxa pêşîn, 170 kon danîne.

Hinek komele û rêxistinên dagirkeiryê qaşo ji bo xêrxwaziyê kar dikin, destekê didin pîlana dewleta Tirk a dagirker a guhertina demgorafiyê. Di 12ʹê Adarê de çavkaniyekî diyar kiribû ku Komeleya "Eyş Bî Kerama" ya Îxwanî ya Filistînê, bi hevkariya komeleyeke Tirkiyeyê li gundê Maratê yê 6 kîlometreyan li rojavayê navenda Efrînê, mêtingeheke nû ava dike.

 

Desteser kir firot xwediyê wê

Endamekî istîxbarata dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dest danîbû ser mala welatiyekî Kurd û li hember hezar û 500 dolarî mal firot xwediyê wê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin, çeteyekî Tirkmen ê endamê istîxbarata dewleta Tirk a dagirker ê bi navê Ehmed Ebû Remo, dest danîbû ser mala welatiyê bi navê Mehmûd Şêx ê ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.

Hate zanîn ku ji bo Mehmûd Şêx mala xwe ji dagirkeran vegerîne, neçar maye ku hezar û 500 dolaran bide çeteyê Tirkmen. Mala ku hatibû desteserkirin li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.