Li Efrînê dayikek û kurê wê hate revandin

Yekşem 20 Adar 2022 - 22:06

  • Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê li gundekî jineke 61 salî û kurê wê revandin.

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê li gundekî jineke 61 salî û kurê wê revandin.

Çavkaniyek  ji hundirê Efrîna dagirkirî diyar kir çeteyên "polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker, 18`ê Adarê bi hiceta ku pîrjinek serdana keça xwe ya di girtîgehên çeteyan de kiriye, li gundê Dargirê yê navçeya Mabatayê bi ser mala wê de girt û pîrjinik û kurê wê revandin.

Li gorî heman çavkaniyan kesên hatine revandin ev in: "Fîdan Mehmûd Henan (61) û Mistefa Semîr Cemal (42). Navê keça Fîdan a hatiye girtin jî Ceylan Semîr Cemal (26) e ku du keçên wê jî hene; Diclan (3) û Cûlya (2).

EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.