• Li gorî Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafê mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo, dewleta Tirk sala 2020´an êrişên xwe yên qirker zêde kirine, da ku Efrîniyên Kurd ên li warê xwe mane jî bide koçberkirin.

CEFER CAFO/FÎRAS ÎBRAHÎM
ANHA/ŞEHBA

Ji dagirkirina Efrînê ve ya 18`ê Adara 2018`an ve, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Efrînê dewam dikin. Ji destpêka dagirkeriyê ve dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk sivîl, şûnwar, cihên pîroz ên diyanetên cihê, navendên tenduristiyê û dibistan kirin hedef. Sala 2020`an jî ji van sûcên qirkirinê mişt bû; kuştina xelkê, koçberkirin, talankirin, dizî, xerabkirina cihên dîrokî, diziya şûnwaran, birîn û hilkirina bi deh hezaran darên zeytûnan û darên din, dagirtî bû.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo, sala 2020`an wek sala ku ji salên beriya wê yên piştî dagirkirina Efrînê xwînrijtir bi nav kir. Şêxo got, “Rojeke ku tê de dewleta Tirk a dagirker, ajandeyên wê yên îstixbaratê (MÎT), li dijî şêniyê Efrînê yên resen sûc nekiribin, nîne. Dagirker bi wan kirinan dixwazin dorê li şêniyên Efrînê yên mayî teng bikin û wan jî bidin koçberkirin.”

805 kes revandin 54 kes kuştin

Îbrahîm Şêxo encama sûcên kuştin û revandinê li Efrînê yên hatine belgekirin, bi bîr xist û got, “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 805 sivîlên Efrînê ku di nav de 74 jin hene, revandin.”

Hîna çarenûsa pirraniya kesên hatine revandin, ne diyar e. Şêxo wekî din got, dewleta Tirk a dagirker 54 sivîl di girtîgehan de bi êşkenceyê qetil kirine.

Bi hezaran dar birrîn

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk xelkê neçar dikin ku bi zorê mewsima xwe bi erzanî bifiroşin wan û bi wê yekê dest danîn ser mewsima zeytûnan a îsal jî. 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 60 hezar darên kantonê jî birrîne.

Rêxistinê got, çeteyan qederê ji sedî 15 ji xêrûbêra salê ya zeytûnan desteser kiriye. Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya toreke bazirganan a bi navê “Çiqilê Zeytûnê” û komeleyên Tirkî, bi awayekî sîstematîk zeyt ji cotkaran diziye da ku li sûkên Ewrûpayê bifiroşe: “Gelek bazirgan çûn Emerîkayê da ku peymana zêdetirî 90 hezar ton zeyta Efrînê ya talan kirî, pêk bînin.”

Qirkirina Kurdan li Efrînê

Têkildarî guhertina demografiye jî, Îbrahîm Şêxo got, dewleta Tirk îsal guhertina demografiyê, xerakirina cihên dîrokî û talankirina şûnwaran a bi rêya toreke çeteyên xwe, zêde kir. Li gorî vê 42 cihên dîrokî hatine rûxandin. Di nava van de mozaîkên ji keleha Nebî Horî ya li navçeya Şera ya Efrînê jî hene.

Îbrahîm Şêxo her wiha destnîşan kir ku ji bo ev dizî biçe serî deriyên sînor ên piştî dagirkirina Efrînê hatine vekirin, hatine bikaranîn. Îbrahîm Şêxo got, ji ber ku xelkê Efrînê bi darê zorê hatiye koçberkirin, îro kesên ji derveyî Efrînê li Efrînê bicihkirî, ji sedî 80`yê nifûsê ne. Bi zanîn jî dewleta Tirk malbatên Turkmen li ser xeta sînor a di navbera Sûriye û Tirkiyê de, li gundên navçeya Şera, Bilbilê, Raco û Şiyê bi cih kirine.

Dibistan kirin navendên êşkencê

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 54 dibistan veguherandine navendên îstixbarî û êşkenceyê.

Dibistanên Ezhar Efrîn, Feysal Qedûr, Peymangeha Viyan Amara û dibsitana seretayî ya navçeya Bilbilê veguherandin navendên MÎT´ê, her wiha dibistana bazirganiyê ya berê veguherandin navenda binçavkirinê ya Polêsên Leşkerî.

Lîre û Tirkî ferzkirin

Dewleta dagirker zimanê Tirkî li dibistanan weke dersa sereke ferz dike û perwerdeya Kurdî jî qedexe dike.

Dagirkeran nasnameyên Tirkî û lîreyê tirkî jî ferz kirin. Dewleta Tirk a dagirker wekî din navên gundan jî guhertin û gundê Kotana kirin Selcûq Obasî, Qestel Miqdad kirin Zafir Obasî û Kurzêlê jî kirin Cefer Obasî. 

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo îşaret bi bazirganiya endamên laşê mirovan jî kir û got, kesên bi derziyên jehrî hatine kuştin yan jî kesên li ser sînor hatine kuştin, organên wan hatine dizîn. 

Îbrahîm Şêxo bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî û komîteya şopandina rastiyan kir da ku biçin Efrînê û sûcên li dijî xelkê û guhertina demgorafiyê eşkere û belge bikin.

Îbrahîm Şêxo got, sûcên hatine belgekirin, tenê parçeyek ji sûcan in.