Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî artêşa Tirk a ku tevî çeteyên xwe Efrîn dagir kiriye, çalakiyên xwe dewam dikin. Li gorî HRE ragihandî li Efrînê 5 dagirker hatine kuştin, 11 jî birîndar bûne.

HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî çeteyên Cebha Şamiyê yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirine. Li gorî daxuyaniyê, di vê çalakiya sabotajê de 2 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne. Her wiha derb li wesayiteke çeteyan hate xistin. HRE'yê diyar kir ku 8'ê Mijdarê nîvê şevê li taxa eşrefiyê ya Efrînê, li dijî navenda çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke din a sabotajê kirine. Di encama vê çalakiyê de jî 3 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn, ku rewşa 2 ji wan giran e.

NAVENDA NÛÇEYAN