Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên li dijî hêzên Tirk ên dagirker herî kêm 5 dagirker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
HRE'yê diyar kir ku di 28 û 30'ê Nîsanê de li Efrînê û Şêrawayê çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê di van çalakiyan de 5 dagirker hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin: "Hêzên me 28'ê Nîsanê li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa yê Efrînê li dijî çeteyên dagirker operasyonek kirin. Di vê operasyonê de 2 çete hatin kuştin û du wesayitên çeteyan hatin îmhakirin.
Heman rojê li Efrînê li dijî çete û leşkerên dagirker operasyoneke din hate kirin. Di vê operasyonê de jî leşkerek û çeteyek hatin kuştin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bûn.
30'ê Nîsanê li gundê Xîlalka yê Efrînê di çalakiya li dijî çeteyan de çeteyek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn. Di van çalakiyan de bi giştî leşkerek û 4 çete hatin kuştin, leşkerek û 5 çete jî birîndar bûn."
NAVENDA NÛÇEYAN