Li Efrînê 3 welatî revandin
Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:42
- Dagirkerên Tirk ên çete yên bi navê “Polêsên Sivîl” li Efrînê 3 welatî ji gundê Dîkê yê ser bi Racoyê revandin.
Dagirkerên Tirk ên çete yên bi navê “Polêsên Sivîl” li Efrînê 3 welatî ji gundê Dîkê yê ser bi Racoyê revandin.
Çavkaniyeke ji navçeya Racoyê, ragihand ku dagirkerên çete yên bi navê “Polêsên Sivîl” ên dewleta Tirk, 3 welatiyên gundê Dîkê yê navçeya Racoyê revandine.
Li gorî heman çavkaniyê, Remzî Reşîd Hemo yê 27 salî, Menan Bîlal Hemo yê 40 salî û Deyan Bîlal Hemo yê 30 salî hatine revandin.
Çavkaniyê got, çeteyan bi ser malên her sê welatiyan de girtiye, ew revandin û birin cihekî ne diyar. Heta niha sedemên revandina welatiyan nayên zanîn.
ANHA/ŞEHBA