Li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin qirkirin û talankirina xwezayê bê navber didomin.
Çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li devera di navbera gundê Satya û gindê Gozê yên navçeya Cindirêsê de bi sedan birîn da ku wekî êzing li bazarên Efrîn û Idlibê bifiroşin.
Bi nêzîkbûna zivistanê re, çeteyên Tirk a dagirker bi hinceta germkirinê, darên daristan û darên zeytûnê dibirin, da ku xwezaya Efrînê xera bikin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê, ji roja yekemîn a dagirkirina Efrînê ve dagirkeran 398 hezar û 650 dar şewitandin û zêdeyî 17 hezar birîn, her wiha zêdetirî 20 hezar dar ji kokê de birîn.
EFRÎN