• Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê bi nameyekê bal bir ser astengkirina mafê dermanbûnê ya 5 girtiyan û got, 'her gav dibe ku bimirin''. 

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê bi nameyekê bal bir ser astengkirina mafê dermanbûnê ya 5 girtiyan û got, 'her gav dibe ku bimirin''. 

Di nameyê de behsa van girtiyan tê kirin: Abdulrahîm Demîr ê 60 salî, Ferzende Erbî yî 72 salî, Abdullah Ateş ê 70 salî, Ehettîn Kaynar ê 72 salî Kerîm Boran ê 81 salî. Wan di Komîsyona Adeletê de cih digirt ya ku li Îdirê malbatên xwîniyên hev li hev anîbûn. Hezîrana 2018'an ji ber ku di vê komîsyonê de bûn, bi îdîaya 'endamên rêxistinê' ne û ''yekîtiya dewletê û yekerebûna welat xira kirine'' cezayê miebetê li wan hate birrîn.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê, Gabar Denlî, Yilmaz Bulut, Mazlûm Akdag, Huseyîn Aydin û Fuat Taş ev name ji Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê re şandine. ew balê dibin ser rewşa çar gritiyên nexweş û binpêkirina mafan a li girtîgehê.

Wan got girtî nayên dermankirin û rewşa tenduristiya wan her ku diçe li wan giran dibe. Di eynî nameyê de herwiha hate bibîrxistin ku girtiyên bi navê Ibrahîm Akbaba û Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest dane.

Girtiyan diyar kir ku rewş giran dibe: ''Dibe ku cînayetên komî çêbibin.''

Girtiyan got, bi kêfî girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê, bi xweşî nayên mieyenekirin, dermanan bi derengî didin wan, piştî ku nexweşî tê asta ku nema dikarin derman bibin, ji nû pêvjaoya dermankirinê dest pê dike.

Girtiyan wekî din got, cot kelepçeyan li wan dixin wiha wan dibin nexweşxanê û li nexweşxanê jî bi nivînan ve têne kelepçekirin.

Girtiyan nexweşiyên girtiyên bi navê Ehettîn Kayar, Kerîm Boran, Ferzende Erbî, Abdulrahîm Demîr jî bi bîr xistin û wan xwest hevalên wan ên ku ji ber nexweşî û temenê xwe nikarin bi serê xwe jiyana xwe bidomînin, demildest werin berdan, da ku bên dermankirin. 

STENBOL