Li Dusseldorfê Kurdistanê biparêze!

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 22:36

  • Şemiya bê yanî 25´ê Hezîranê li bajarê Elmanyayê çalakiyeke mezin a Defend Kurdistan (Kurdistanê biparêze) bi rê ve diçe. 

Şemiya bê yanî 25´ê Hezîranê li bajarê Elmanyayê çalakiyeke mezin a Defend Kurdistan (Kurdistanê biparêze) bi rê ve diçe. TJK-E û KCDK-E´yê bang li Kurdan û dostên wan kir da ku tevlî çalakiyê bibin. 

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Dewleta TC a faşîst êrişî Zê (Zapê) kiribû û vê êrişî du meha temam kirin. 

Li gorî bîlançoyê di nava du mehan de dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê 2065 êrişên bi balefiran, 1493 caran êrişên bi helîkopterê û 779 caran jî êrişên kîmyewî kirine. Belê berxwedana li hemberî vê êrişa berfireh jî bi heybet e. 

Di 25’ê Hezîranê de wê meşeke navendî li Dusseldorfê were kirin. Em bang li hemû jinan, meclîs û pêkhateyên xwe yên li Ewrûpayê, rêxistinên jinan ên femînîst û demokratîk dikin da ku bi şîara ‘Niha dem dema parastina Kurdistanê ye, dema dema meşa li ser xeta berxwedanê ye’ tevlî meşê bibin.”

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewrûpayê (KCDK-E) ji bo meşa 25’ê Hezîranê a bi pêşengtiya Însîyatîfa ‘Defend Kurdistan’ê bang li xelkê kir da ku tevlî çalakiyê bibe. KCDK-E´yê got, “Gel û dostên me yên ji çar aliyên Kurdistanê yên li Ewrûpayî wê  25’ê Hezîranê bi ruhê berxwedanê tevlî meşa dîrokî a bi dirûşmeya ‘Kurdistanê Biparêze’ bibin. Bi hezaran ciwan, jin, pîr, rewşenbîr, hunermend bi yek dirûşmeyê li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a faşîst û qetlîamên li Kurdistanê pêk tîne, tevlî meşa li Dusseldorfê bibin.”

Ji bo ku Kurd û dostên wan beşdarî vê çalakiyê bibin gelek hunermend û siyasetvanan jî bang li xelkê kir. Yek ji wan jî Hevserokê nû hilbijartî yê PYD´ê Salih Muslim bû.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.