Li dû wêneyên xeyalan

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Gulan 2021 - 03:44

Carinan bêderfetî ji hin kesan re rêya derfetan vedike û wan kesan dike kesên afirîner. Hunermend Ted Chin yek ji wan kesên afirîner e. Chin bi rêya photoshopê dinyayên fantastîk ava dike û dikeve dû xeyalên xwe. Cihin wiha dibêje, “Gava ez li zanîngehê bûm, ji ber wext û kêmasiya pereyan, min nikaribû li gorî dilê xwe bigerim. Her tim min xeyal dikir û dixwest serdana ciyên nû bikim, tiştên nû bibînim û çîrokên nû bibêjim. Lê mixabin ev derfeta min tine bû”

Dîtbariyeke xurt û bedew

Ji ber ku nekarîbû here ciyên nû bibîne, wî bala xwe da ser kompûterê û bi saya kompîterê xeyalên xwe kirin. Wî ji xwe re ev derfet ava kir, wî nikaribû li dinyayê bigere lê niha wêneyên wî li dinyayê hemûyî digerin. Chin çîrok û xeyalên xwe bi wêneyan tîne ziman, lê ev wêne ne wêneyên ji rêzê ne, gava ew bi photoshopê wêneyan çêdike bi rastiya wan dilîze û li gorî xeyalên xwe yan jî dilê xwe pevbestinekê çêdike. Pevbestinên di wêneyên wî de dûrî rastiyê ne û ew rastiyê berovajî dike. Di wêneyên wî de tiştê girîng xeyalsazî ye. Ew bêhtir vê yekê esas digire. Her tişt guncaw e di wêneyên wî de, carinan li asîmanan masî difirin, carinan di nav ewran de pisîk radizên, carinan çiyayekî li ser pişta kûsiyekî bi cih dike û carinan jî guliyên daran bi qiloçê pezkoviyan ve zêde dike. Gava ew van wêneyan dihûne bi dîtbariyeke xurt û bedew dihizire û wiha dibêje, “Bi saya wêneyan û photoshopê ez bergehên xeyalên xwe firehtir dikim. Ez fantazmaya di serê xwe de ji nûve diafirînim û bi dinyayê re parve dikim.”    

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.