Li dijî zilmê rêya rast e Ocalan

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 21:15

  • Parlamenter Contantinos Efstathiou: Li Îmraliyê jî hicrikek heye. Di wê hicrikê de rohniyek heye. Ev rohnî dinyayî rohnî dike. Ev rohnî ji hicrika Ocalan tê de girtî, rêya ber bi azadiyê ve nîşanî me dide.

BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Di Nobeta Azadiyê de ji ber 10 saliya çalakiyê înternasyonalîst vê hefteyê yanî hefteya 523´yê nobetê digirin. Nobet wê sibe yanî 25´ê Hezîranê 10 salên xwe temam bike. Bi vê minasebetê, li meydana ku saziyên Yekîtiya Ewrûpayê digihîjin hev, bi beşdariya parlamenterên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê (MPKE), daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. 

Endamê KNK´ê Adem Uzun beriya destpêkirina daxuyaniyê, peyivî û got, "Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Karê CPT´yê ye ku rapora di dema wê de hazir bike. Di warê siyasî û qanûnî divê ew tecrîdê bişopîne. Esas divê piştî 23 salên tecrîdê, azadiya Rêber Apo misoger bibe û tecrîd bidawî bibe. Piştgiriya me muhim e. Em we weke dostên gelê Kurd dibînin."

Li ser navê Piştgiriya Înternasyonalîst jî înternasyonalîsta bi navê Trlly got, ‘’Ji bo me gelekî muhim e ku destekê bidin vê Nobeta Azadiyê ya ku ev 10 sal in li Strasbourgê dewam dike. Saziyên fermî yên Yekîtiya Ewrûpayê, bi awayekî cidî erk û wezîfeyên xwe bi cih naînin. Em dixwazin balê bibin ser vê yekê. Ev 24 sal in Buna dikkat çekmek istiyoruz. Aslında işlerini yapmıyor. Ocalan 23 sal in Ocalan tecrîdkirî ye.

Tecrîd êşkenceya herî mezin e. Em destekê didin felsefeya Ocalan."

Ji bo azadiya Ocalan em ê têbikoşin

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de ji koma MPKE´yê ya senatorê komarxwaz û parlamenterê Partiya Demokratîk a Îtalyayê Gianni Marilotti û dîsa senatorê komarxwaz û parlamenterê Partiya Demokratîk a Îtalyayê Roberto Rampi jî amade bûn. Roberto Rampi got: "Me ji Îtalyayê ji were peyama piştgiriyê anîn. Em dostên nêz ên miletê Kurd in. Lazim e em hêviya xwe ji dest nedin. Ji bo azadiya Ocalan em ê têkoşînê kurttir bikin“"

Em heyranê têkoşîna gelê Kurd in

Ji Partiya Kesk Çep a Îzlandayê Bjarni Johnson jî got, "Em parçeyekî têkoşînê ne. Bi rêya civakên di bin zextê de em li dijî zilmê têdikoşin.

Weke têkoşîna gelê Kurd a îro, di dîrokê de ya me jî hebû. Em heyranê têkoşîna gelê Kurd in. Di navbera me de girêdaneke xurt heye. Divê em hêza xwe bikin yek da ku em mafên xwe biparêzin."

Rohniya ji hicreya li Îmraliyê 

Endamê AKEL´ê û ji Partiya Sosyal Demokrat a Qibrisê, parlamenter Contantinos Efstathiou jî got, "Çawa hûn jî dizanin Qibris dagirkirî ye.

Li Îmraliyê jî hicrikek heye. Di wê hicrikê de rohniyek heye. Ev rohnî dinyayî rohnî dike. Ev rohnî ji hicrika Ocalan tê de girtî, rêya ber bi azadiyê ve nîşanî me dide. Li dijî zilmê ew rêya rast nîşan dide. Em bi we serfiraz in. Têkoşîna we ji bo me mînak e. Têkoşîna we ya civakan e."

Bi piştgirî û têkoşînê li dijî tecrîdê 

Ji koma Çep a Ewrûpayê (ERC) parlamentera ji Spanyayê, Laura Castel jî got, "Ez senatora Katalonyayê me. Em ji bo nirxên xwe têdikoşin.

Ji bo demokrasî, biratî û serweriya hiqûqê. Kurd miletekî bindest in di pêvajoya dîrokî de. Ji bo mafên mirovan têdikoşe ev gel. Niha tecîrd dewam dike. Saziyên Ewrûpî raporên lazim amade nakin. Erkên xwe bi cih naînin. Divê ku em bikin ew wezîfeyên xwe bikin. Ev jî bi piştgirî û têkoşînê mumkin e." 

Dibvê tecrîd bi dawî bibe

Ji Sinn Feinê Îrlandayê jî Paul Gavan di daxuyaniya çapemeniyê de got, "Ez bextewer im ku piştgirê we me. Ev 10 sal in li vir hûn nobetê digirin. Em nikarin bibêjin ku Ewrûpa li nirxên xwe xwedî derdikeve. Divê tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe. Divê ji bo azadiya Ocalan em têbikoşin. Ji bo ku ceza û mueyîde li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê piştgiriyê zêdetir bikin"

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.