Li dijî zilmê Îslama Demokratîk

Duşem 10 Çile 2022 - 22:33

  • KCK: Divê em ji bîr nekin ku ol û baweriyên li ser rûyê erdê, xwedî heman armancê ne. Divê di vê çarçoveyê de eniyeke hevbeş were avakirin.

Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî doh li Qamişloyê dest pê kir. Di kongreyê de li dijî zilm û dagirkeriyê peyamên ji bo yekîtiyê hate dayin.

Kesayetên oldar û siyasetvan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komsera Komîteya Parastina Azadiya Olî ya Navneteweyî Nadine Menza, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Nezîra Gewriye û Telat Yunis, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûm û nûnerên Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê di kongreyê de amade bûn.

Di kongreyê de gelek peyamên dîtbarî hatin dayîn. Di nava wan de yên Komîteya Ol û Civakê ya Koma Civaka Kurdistanê (KCK), patrîk Mor Ignatius Joseph ê Sêyemîn yê Yewnan, patrîkê Suryanên katolîk ên Antakyayê, gerînendeyê Ewqafa El-Ezher El-Şerîf, şêxê ola Êzîdî û serokê Meclîsa Ruhanî ya Laleşa Nuranî Baba Şêx Elî û bi navê zerdeştiyan nûnerê zerdeşt ê Rojava El-Aserwan Îsam Sebrî Mihemed hene.

Doh 2 mijar di kongreyê de hatin nîqaşkirin; "Ji bo ku ol wek şêwazeke jiyana aştiyane were bikaranîn, çi astengî li pêşiyê hene" û "Faktorên ku bi navê olan li dijî gelan hatin bikaranîn û bûn sedema binpêkirinan çi ne?"

Di roja duyemîn a kongreyê de yanî îro wê belgefîlmek li ser tecrûbeya Rojava were nîşandan. Her wiha serokê Komxebata Diyalogê ya Cîhanê û serokê Kongreya Edalet û Aştiyê Prof. Dr. Hamid Bin Ehmed El-Rifaî û metranê Suryanên ortodoks Mar Eustatios Matta Rohm jî biaxivin.

Dewleta Tirk dîn bi kar tîne

Di kongreyê de doh hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer got, “Bi saya fedakariyên mezin ên şehîdan, bi hezaran Êzîdî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirx û rêgezên hemû pêkhateyan hatin parastin.”

Omer bal bire ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got, “Dewleta Tirk a dagirker aloziyên li Sûriyê û herêmê bi kar anîn, ji ber wê destwerdana Sûriyê, Iraq, Lîbya û Misirê kir. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve, êrişî herêmê û pêkhateyên wê dike. Destek da êrişên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê.

Piştî tinekirina DAIŞ`ê, bi xwe tevî komên radîkal û terorîst dest werda û gelek sûc li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê kirin û demografiya wan herêman guherand ku di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê koçber bûn.”

Ebdulkerîm Omer got, dewleta Tirk Kurdan, xiristiyanan û Ereban dike hedef. Omer careke din piştrast kir ku ew hewl didin Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin.

Yekîtî ji bo biserxistina nirxên hevbeş

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk, şêx Mihemed El-Xerzanî lidarxistina kongreyê pîroz kir û îşaret pê kir ku ji bo biserxistina nirxên hevbeş, divê pêkhate, ol, bawerî û netewe hemû bibin yek.

Mihemed El-Xerzanî wiha domand: "Em bi saziyan re hevkar in û armanca vê kongreyê jî ew e ku her cureyê zilmê yê li dijî nijad, ol, bawerî û civakan bi dawî bike."

Ji bo armanca hevbeş eniyeke hevbeş 

Endama Koordînasyona Kongra Star Muna Yusif jî bal bire ser awayê çareserkirina aloziyan û got, lazim e ew li dîrokê binihêrin û siberoja xwe wiha diyar bikin. Wê got, dîn û bawerî dikarin li şûna çêkirina aloziyan ji bo çareseriyan bi rola xwe rabin.

Paşê serokê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinê ya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan peyama Komîteya Gel û Baweriyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) xwend.

KCK´ê got,  “Ol û pêxember hemû li ber desthilatê rabûn. Li rex feqîr, hejar, bindest û koleyan, li dijî zilmê sekinîn. Bê guman taybetmendiya hevbeş di nava ol û baweriyan hemûyan de exlaq e. Edalet, wekhevî, alîkariya nexweşan, belengazan û bindestan di baweriyan de şertê îmanê ne. Yanî, tevî cudahiya di navbera ol û baweriyan de, nirxên wan ên exlaqî yek in. Ew li ser avakirina kesayet û civakeke xwedî wijdan û exlaq li hev dikin. 

Divê civakeke biwijdan û xwedî exlaq were avakirin. Ev erka bingehîn e ku divê em wê li hember civakê pêk bînin. Ev erk di ol û baweriyan hemûyan de divê pêk were. Divê em cudahî û pirrengiya hev qebûl bikin. Nehêlin ol û bawerî bibin sedema nakokî û şeran. Divê em bi hev re rola sereke ya ol û baweriyan aktîf bikin û hezkirin, aştî û biratiyê di navbera gelan de bi pêş bixin. Divê em ji bîr nekin ku ol û baweriyên li ser rûyê erdê, xwedî heman armancê ne. Divê di vê çarçoveyê de eniyeke hevbeş were avakirin." 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.