Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 6 girtiyan li dijî zilma rêveberiya hepsê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiriye. 

Girtiyê bi navê Baran Gul ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkalayê tê ragirtin, da zanîn ku 6 girtiyan di 12’ê Hezîranê de li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Gul, li ser telefonê bi malbata xwe re axiviye û gotiye, wî û girtiyên bi navên Ridvan Kaya, Fîkret Erden, Îhsan Oral, Orhan Doruk û Serhat Erdemcî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine. Gul, diyar kiriye ku rastî zexta psîkolojîk a rêveberiya girtîgehê tên û hemû mafên wan ên bingehîn tên binpêkirin. Gul gotiye, rêveberiya girtîgehê li gorî Giştînameya Hejmar 4/1 a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê tevnagere û zexta psîkolojîk li wan dike. 

Gul wiha peyiviye: “Em dixwazin ku hûn van agahiyan bi raya giştî re parve bikin. Em bedenên xwe didin ber mirinê û dê çalakiya me ya greva birçîbûnê hate dawiyê bidome. Heke em li vir şehîd bibin, berpirsyarê sereke midûrê girtîgehê ye. Em amade ne ku bedel bidin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN