Li dijî zilmê di hepsê de grev

Pêncşem 20 Gulan 2021 - 04:32

Girtiya siyasî, nivîskara ji Rojhilatê Kurdistanê, Mujgan Kewsî li dijî nêzîkatiya rêveberên hepsê û Saziya Dadê ji 16’ê Gulanê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê girtiya siyasî ya Kurd Nivîskar Mujgan Kawsî ji 16’ê Gulanê ve li Hepsa Êvîn a Tehranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li ser zimanê yek ji xizmên Mujgan Kewsî wiha ragihand: “Mujgan Kewsî di demekê de ku ji nîvî zêdetir cezayê wê derbas bûye, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Daxwazên wê ne şexsî ne û rexneyeke li nêzîkatiya berpirsên hepsê û Saziya Dadê ya Îranê ya li hemberî hemû girtiyan e.”
Mujgan Kewsî 1’ê Îlona 2020’an jî li dijî nedayîna destûra çûyîna mal û peywendiyên telefonê, dest bi greva birçîbûnê kiribû. 

Mujgan Kewsî 16’ê Mijdara 2019’an li bajarê Noşehir yê li Bakurê Îranê hate girtin. 69 meh ceza li Mujgan kewsî hate birrîn. Piştî wê bi demekê bi kefaletê hate berdan.

Dadgeha lêborînê ya parêzgeha Mazenderanê cezayê ku berê li Mujgan hatî birrîn zêde kir û kir 76 meh.Ji 19’ê Gulana 2020’an ve ew girtî ye û li hepsa Êvîn ya Tehranê tê ragirtin. 

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.