• “Em dibêjin ji bo em karibin bi rûmet û azad bijîn, pêwîst e tecrîda li Îmraliyê were şikandin, Rêberê gelan, pêşengê sedsala 21’ê Rêber Apo bi awayekî fizîkî were azadkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê meşek hat li darxistin Xelk saet 09:00’an li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û meşiya. Di meşê de al û posterên Rêber Abdulllah Ocalan, alên KCK, PKK, HPG, û pankartên li ser wan nivîsandî ‘Bila NY, dewleta Iraqê li erka xwe xwedî derkeve’, ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ hatin hildan. Milet heta konê çalakiyê meşiya. Li ber Konê çalakiyê, Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Budak daxuyanî da.

Fîlîz Budak bal bire ser Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo û got, “Em dibêjin ji bo em karibin bi rûmet û azad bijîn, pêwîst e tecrîda li Îmraliyê were şikandin, Rêberê gelan, pêşengê sedsala 21’ê Rêber Apo bi awayekî fizîkî were azadkirin. Her wiha ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn were çareserkirin pêwîst e Rêber Apo were azadkirin. Hêzên ku niha bêdeng dibin, wê di rûpelên dîroka Kurdistanê de wekî hêzên rûreş, komploger û xiyanetkar werin naskirin. Yên ku dixwazin li kêleka gelê Kurd cihbigrin û bi vê serfiraziyê bijîn, divê dakevin meydanan.”
Li Silêmaniyê jî li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşeke girseyî hat kirin.

Xelk ji Cadeya Salim a Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan kesî meşiya. Meşê heta bi Parka Azadî dewam kir. Di meşê de posterên Rêber Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.

ROJNEWS/MEXMÛR-SILÊMANÎ