Li dijî xirabiya siyasî li ber xwe dide

Duşem 8 Tebax 2022 - 21:27

  • Dayika gerîlayê şehîd Kajiyan Lice, Havva Bagir dibêje, dewleta dagirker destûrê nade ku ew konê sersaxiyê jî deynin û şîna xwe bigirin, lê ew ê bi berxwedana xwe li dijî vê xirabiya siyasî têbikoşe.

ROJDA AYDIN / JINNEWS / AMED 

Piştî nasnameya Veysel Bagir ê ku di sala 2016’an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest da, hat eşkerekirin, malbata wî konê şînê danî. Di roja duyem a qebûlkirina serasxiyan de qeymeqamê Licê sersaxî û danîna konê şînê asteng kir. Dayika pakrewan Veysel Bagir, Havva Bagir got, "Destûrê nadin ku em şîna xwe bikin.

Neheqiye li me dikin. Ji ber ku em Kurd in vê tiştê tînin serê me. Lê ez ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe bim. Ti carî ji vê rêyê venagerim."

Arteşa Tirk, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişan dibe ser herêmên Avaşîn, Zê (Zap) û Metîna ya Başûrê Kurdistanê. Di 28'ê Tebaxê de hat diyar kirin ku Kajiyan Lice (Veysel Bagir) di sala 2016'an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest daye. Piştî agahiyê, malbata wî li Mala Şînê ya Karahasan a Navçeya Licê ya ser bi Amedê konê şînê danî. Piştî bi 2 rojan, qeymaqemê dewleta Tirk ê navçeyê bi hinceta “gilî” hatiye kirin, destûrê neda ku malbat şîna xwe bidomîne û li ser vê yekê malbatê şîna xwe li mala xwe danî û sersaxî li malê qebûl kirin. 

Kajiyan Lice yek ji 7 xwîşk û birayên malbatê ye û ew jî li Licê tê dinê. Kajiyan hîna zarok e têkoşîna azadiyê nas dike. Veysel di temenê xwe yê zarokatiyê de bêyî malbata xwe tevlî xebatan dibe. Piştî komkujiya li navçeya Pîrsûsê ya ser bi Rihayê, di sala 2015’an de tevlî nav refên PKK’ê dibe. Di sala 2016’an de li Avaşînê di encama şer de jiyana xwe ji dest dide.

Dayika Kajiyan, Havva Bagir a 57 salî, der barê kurê xwe û astengiya li hemberî şînê de axivî. 
 
Kajiyan timî rûken bû

Havva, anî ziman ku kurê wê ji zarokatiyê heta ciwantiya xwe, zarokekî jêhatî û rûken bûye: “Veysel dema hîna pitik bû zarokekî gelekî xweşik bû. Ji zarokatiya xwe heta ciwantiya xwe timî rûken bû. Lê kurê min dema pitik bû bi nexweşiya sarayê ket, bi edrê diket. Me ew bir nexweşnaxeyê û bijîjkan got, nexweşiya wî ya sarayê heye. Piştî ku dem di ser re bihurî, kurê min baştir bû û ew nexweşiya wî nema. Kurê min ti carî dilê min neêşand. Di dibistanê de zarokekî gelekî zane bû. Kurê min di her karî de xebitî. Navbera kurê min û hevalên wî gelekî baş bû. Ji zarokan re zarok û ji mezinan re mezin bû. Ti carî dilê hevalên xwe nedihişt.

Kurê min her tim digot ‘Dayê ez naxwazin dilê ti kesî û heta yê çûkekî jî ji min bîmîne’. Xelkê Licê gelekî ji kurê min hez dikir.”
 
Hevrêyê dayika xwe bû 

Havva Bagir da zanîn ku pakrewan Kajiyan ti carî ji civakê re û hevalên xwe re xirab neaxiviye: “Ew ne tenê kurê min bû. Her wiha hevrêyê min bû. Dema ez aciz bibûma, dihat ez hembêz dikirim û ez maçî dikirim.

Em bi hevdû re wek hevalan bûn. Kurê min ti carî zilm û neheqî qebûl nedikir. Kurê min tevlî xebatên partiyê bibûya jî ti agahiya me jê çênedibû. Ji ber ku ji me re ti tişt nedigot. Piştî ku kurê min tevlî nav refên têkoşînê bû, min qet nedît. Hesreta kurê min di dilê min de bû birîn" 

Piştî komkujiya Pisûsê 

Havva Bagir bal bire ser tevlîbûna kurê xwe ya nav refên têkoşînê û got, ji ber ku hêrsa wî ya li hemberî Komkûjiya Pîrsûsê gelekî mezin bû, tevlî nav refên têkoşînê bû: "Kurê min di televîzyonê de dît ku 34 kes hatine qetilkirin. Min qet kurê xwe di wê rewşê de nedîtibû. Kurê min dema dîmen dîtin, gelekî aciz bû û gelek bi hêrs bû. Cara ewilî hersa xwe bi min û birayê xwe anî. Wê şevê saet 12’yan de ji mal çû û careke din venegeriya. Polêsan caran bang li me kir û pirsa wî kir. Par dîsa bang li min kirin û pirsa kurê min kirin.

Wêneyek nîşanê min dan û gotin, ev kurê we ye û navê wî yê dinê Kajiyan e. Ew qas dem piştre ez hîn bûm ku kurê min şehîd bûye.”

Havva Bagir got, kurê wê ji bo gelê xwe tevlî têkoşînê bû û wiha peyivî: "Kurê min ne ji bo dayik, bav û birayê xwe, ji bo gelê xwe çû û li çiyayên Kurdistanê li ber xwe da. Ez bi kurê xwe serbilind im. Rêya wî rêya şeref û namûsê ye. Ji bo gelê xwe canê xwe feda kir.” 
 
'Nahelîn em şîna xwe bigirin' 

Havva Bagir ji ber astengkirina danîna konê sersaxiyê jî got, ew di 28’ê Tirmehê de hîn bûye ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha peyivî: “Piştre me li konê şîna xwe danî. Roja yekem û duyem ti pirsgirêk tinebû. Roja sêyem bû, qeymeqamê navçeyê bi hinceta gilî heye, ji me re got, konê xwe yê şînê rakin. Ji bo ku pirsgirêk û nîqaş dernekevin, me şîna xwe li mala xwe dewam kir. Xwe li şîna me jî ranagirin. Bi awayek kêyfî asteng kirin. Hem zarokên me dikûjin û hem jî destûrê nadin ku em şîna xwe bikin. Neheqiyê li me dikin. Ji ber ku em Kurd in van tiştan tînin serê me.” 

Havva Bagir bal bire ser êrişên li hemberî cenazeyan û got, "Êrişî goristanên me dikin û kêlikan dişikînin. Ev zilm bi salan e didome. Çi ji gorên zarokên me dixwazin. Me çi bi wan kiriye? Ji xwe zarokên me şehîd bûne. Tehemûlî gorên zarokên me nakin. Wek dayikekê ez ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe bim. Ti carî ji vê rêyê venagerim. Li hember van êrişan divê ti kes bêdeng nemîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.