Li dijî teslîmiyetê fedayîbûn

În 12 Tîrmeh 2024 - 03:15

  • HPG:Helwesta hevreyên me Serhildan û Fîraz di rojên ku em salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşwazî dikin de bû dewama helwesta Kemal Pîr û Hayrî Durmuşan ku xiyanet û teslîmiyetê li hucreyên tarî û kor ên zindana Amedê binax kirin.

HPG'ê ragihand ku 2 gerîla 4'ê Hezîranê li Wanê şehîd bûn û got:"Bi canê xwe nîşan dan ku sekn û berxwedana bi milîtaniya fedaî ya Apoyî divê çawa be." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:’’4’ê Hezîrana 2024’an di encama êrişa dijmin a li qada Masîro ya navçeya Elbak a Wanê tîmeke me ya gerîla bû hedef. Milîtanên Apoyî yên hêja hevrêyên me Serhildan û Fîraz ku di vê êrişa dijmin de birîndar bûn, ji bo bi saxî nekevin destê djimin, bi fedaiyane gihiştin şehadetê. Dema fermandarên li kêleka hevreyên me Serhildan û Fîraz meyla teslîmiyetê nîşan dan, wan fedaîtî hilbijartin. Helwesta serîhilder a hevreyên me Serhildan û Fîraz a li dijî dijmin, ruhê fedaî yê Apoyî ya nayê teslîmgirtin a demê temsîl kir. Ev helwesta hevreyên me Serhildan û Fîraz di rojên ku em salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşwazî dikin de bû dewama helwesta Kemal Pîr û Hayrî Durmuşan ku xiyanet û teslîmiyetê li hucreyên tarî û kor ên zindana Amedê binax kirin. 

Hevreyên me ku bizanebûna zehmetiyên şer ên li Bakurê Kurdistanê li qadên dijwar erkên xwe yên şoreşgerî bi layiqî bi cih anîn, li gorî ruhê demê bûn xwedî mîsyonek. Ji bo parastina destketiyên gelê me ku bi kedeke mezin a Rêbertiya me hatine afirandin, bêyî dudilî têkoşiyan. Ji bo dewleta Tirk a qirker û mêtînger negihe armancên xwe, singa xwe kirin sîper û di dîroka me ya têkoşînê de cih girtin. Di şert û mercên herî zehmet de jî ji helwesta xwe ya Apoyî tawîz nedan û erkên xwe yên hevrêtiyê bi cih anîn. Bi şehadetên xwe nîşan dan ku divê helwest û berxwedana milîtanên fedaî yê Apoyî çawa bibe. 

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Fîraz û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. 

 

Fedayîtî hilbijartin

Hevrêyê me Serhildan li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de li herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me li her qada ku lê bû bi hevrêtiya xwe ya jidil û zanebûna xwe ya leşkerî dihat bibîranîn, di şert û mercên herî zehmet de di pêkanîna taktîkên gerîla de israr kir û xwedî li erkên Partiyê derket. Di şexsê xwe de Apoyîtî şênber kir û dîrokeke têkoşînê ya neyê jibîrkirin ji hevrêyên xwe re hişt. Hevrêyê me Serhildan ku di êrîşa dijmin de bi fedaî şer kir û bi giranî birîndar bû, dîlgirtinê qebûl nekir, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û bi fedaî şehîd bû. Em hevrêyên wî yên têkoşînê diyar dikin ku ku xeta berxwedanê ya ku şehîdên me nîşanî me kirine, di her kêliya jiyanê de bi cih bikin û bi tarzê fedaî şer bikin.

Hevrêyê me Fîraz weke ferdê malbateke welatparêz a ji eşîra Xelîlan a Wanê jidayî bû. Di sala 2016’an de tevlî refên gerîla bû. Kesayeta wî ya bi moral û kedkar bala hevrêyên wî kişand. Ji xebatên binesaziyê heta amadekirina tunelên şer di gelek xebatan de ked da. Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar hezkirina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Fîraz ku 4’ê Hezîrana 2024’an di êrişa dijmin a li ser herêma Masîro ya Elbakê de şehîd bû, li her qada ku lê bû bi helwesta xwe ya dilnizim û bi biryar weke milîtanekî mînak derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Em careke din soz didin ku xeyala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad a hevrêyê xwe Fîraz pêk bînin ku her curê êrîşên dijmin vala derxist û bi fedaiyane li dijî bangên teslîmiyetê li ber xwe da û şehîd bû."

Agahiyên derbarê nasnameya hevreyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Serhildan Kurdo (Rêbwar Emînî), li Merîwanê jidayîk bûye, 4’ê Hezîrana 2024’an li Wanê şehîd bû.

Fîraz Arjîn (Barzan Numaş), li Wanê jidyaîk bûye, 4’ê Hezîrana 2024’an li Wanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.