Li dijî tecrîdê xwe şewitand

În 4 Mijdar 2022 - 02:32

Li Ereglî ya ser bi bajarê Konyayê yê Tirkiyê, girtiyê azadiyê Yakûb Brûkan di hucreyê de dihat ragirtin. Hat zanîn ku Yaqûb Brûkan ji bo şermezarkirina tecrîda giran, xwe şewitandiye. Li gorî agahiyên girtiyên ji heman hepsê dane, rewşa wî giran e.

Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 40 girtî di hucreyên yekkesî de têne ragirtin û tecrîdkirin. Girtî li hemberî zext û zoran, ev 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor de ne. Ji ber ku daxwazên girtiyan bi cih nayên anîn, girtiyê bi navê Yakûb Brûkan li hemberî tecrîda giran xwe şewitand.

Girtiyê bi navê Îbrahîm Sûtcû bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, bi hinceta ku lêgerîna tazî qebûl nake, hevdîtina rû bi rû heta mehekê lê hatiye qedexekirin. 

 

Ji 23´ê Tebaxê ve greva birçîbûnê

Sûtcû diyar kir ku ji 23’yê Tebaxê ve di hucreyên yekkesî de ew tên ragirtin û wiha peyivî: “Berê 30 kes di greva birçîbûnê de bûn, niha em dizanin 40 kes in. Dibe ku ji 40 kesan zêdetir bin, em nikarin hejmara rast hîn bibin. Em jî dizanin ku ev hejmar wê zêde bibe. Em di hucreyên cuda de tên ragirtin. Em rojê tenê saetekê derdikevin bêhnê distînin. Di dema bêhnstendinê jî em hev nabînin.  Li kêleka hucreyên me ya girtiyên sûcên giran heye, ew me bêzar dikin. Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya ser 10 rojan bi dor a bêdawî dewam dike. Dema ku me xwest me bibin odeyên sêkesî, rêveberiya girtîgehê 'qanûna poşmaniyê' li ser me ferz kir. Dixwazin em xiyanetê bikin.”

 

Rewşa Yaqûb Brûkan giran e

Sûtcû diyar kir ku Yakûb Brûkan ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li heman girtîgehê girtî ye û li dijî tecrîda girankirî bedena xwe daye ber agir û got, “Em dizanin ku rewşa wî giran e, lê em nikarin agahiyan jê bistînin. Em ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin û ji bo daxwazên me bi cih werin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Herî dawî Sûtcû bang li rêxistinên mafên mirovan, hiqûqî û partiyên siyasî kir ku biçin girtîgehê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.