Fînala meşa 3 rojan a bi pêşengiya FCDK-KAWA, doh li bajarê Elmanyayê Mannheimê bi dawî bû. Wekî din li bajarên Elmanyayê Dusseldorf û Kielê, li bajarên Fransayê Marsîlya û Rennesê  çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî û êrişên li dijî Rojava hatin lidarxistin. 

Li Mannheimê Kurdan û dostên wan ên Elman xwest êrişên li dijî Rojava bên rawestandin û tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan were bidawîkirin. Meşa 3 rojan ku bi pêşengiya FCDK-KAWA li Frankfûrtê dest pê kiribû, li Darmstadtê dewam kiribû, doh jî li Mannheîmê bi dawî bû. Polêsê Mannheimê weke caran dîsa provokasyon kirin, 3 kes kirin nezaretê ji bo ku nasnameya wan binivîse. Wan di dema êrişa xwe de dayikek û zaroka wê ya 2 salî jî êşand.  

Li ser banga Komîteya Piştevaniya Mannheîmê ya bi Rojava re û Navenda Çanda Kurd a Mannheim-Ludwigshafenê, li meydana beramberî Wassertûrmê hatin ba hev. Meş bi axaftina vekirinê ya li ser navê Die Linke, Roland Schuster destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên bi zimanê Tirkî, Kurdî û Elmanî hatin gotin.

Meş li Meydana Altefeuerwehrplatzê veguherî mîtîngê.

Li vir li ser navê rojnameya me Luqman Guldivê bal bire ser têkiliyan di navbera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê û tecrîdkirina Ocalan û got, ji ber wê jî divê piştgiriya bi Kurdan re jî li dijî van êrişan û tecrîdkirina Ocalan hevgirtî be. Parlementera Die Linke, Gokay Akbûlût bal bire ser êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê û firotina çekan a Elmanya û welatên din ên Ewrûpayê ji Tirkiyeyê re şermezar kirin.

Mîtîng bi stranên muzîkjenê ji Mannheîmê Bernd Dorfer, bi dawî bû.

 

Li Dusseldorfê komplo hat rûreşkirin

Kurdên li NRW´yê jî li dijî salvegera 24´an a Komploya Navneteweyî li Dusseldorfê meşiyan û bang li CPT û NY’ê kirin da ku ji bo dawîanîna li sîstema êşkenceya Îmraliyê, bikevin nava tevgerê. Meşa bi pêşengiya Federasyona MED û NRW YJK-E’yê li ber DGB Hausê dest pê kir. Kurd û dostên wan li kolanên qelebalix ên Dusseldorfê meşiyan, pankartên bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan, hilgirtin. Xwepêşanderan bi danezanê got, “Daxwaza me ya gelê Kurd ev e: CPT û NY divê ji bo dawîanîna li pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê, bikevin nava tevgerê û komîteyekê bişînin Îmraliyê.” Di dawiya meşê de Hevserokê Federasyona MED’ê Ahmet Kobanê jî got, “Keç û ciwanên Kurd ji bo têkbirina komployê bedena xwe dan ber agir. Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Kurd û dostên wan li Kielê Komploya Navneteweyî ya 15´ê Sibatê protesto kir û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdan, em ê ji her carê bêhtir li ber xwe bidin.” Xwepşander ji Mettenhofê heta bi Stasyona Navendî ya Trênan a Kielê meşiyan.

 

Li Marsîlayayê bi hezaran kes meşiyan

Kurdên li Marsîlyayê û dostên wan jî li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û peyama “Eger CPT rastiyan eşkere neke, em ê çalakiyên xwe derbasî qonaxeke din bikin” dan.

Meşê ji Meydana Canabiere heta Nûnertiya Parlamena Ewrûpayê ya Marsîlyayê dewam kir. Di mitînga li ber nûnertiyê de li ser navê TCŞ’ê hat gotin, bila CPT û saziyên din ên Ewrûpayê dev ji şêwazên xwe yên ku agahiyên şaş didin gelê Kurd berdin: “Em ciwanên li Ewrûpayê careke din hişyar dikin, Eger CPT rastiyan eşkere neke, em ê çalakiyên xwe derbasî qonaxên cuda bikin.”

Kurd û dostên wan ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê li Rennesê jî çalakî kirin. Xwepêşandêr li Place du Colombierê hatin ba hev û li vir mîtîngek li dar xist. piştre jî Kurd û dostên wan di nava bajêr de meşiyan, komplo rûreşkirin û xwestintecrîdkirina Ocalan bê bidawîkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN