Namzeta Hevşaredariya Tûşbayê Hanim Akkoş û yê Farqînê Kadrî Esen yên DEM Partiyê bal birin ser talankerî û polîtîkayên dijî Kurdatiyê yên serdema şaredariya qeyûman û gotin di rêveberiya hevşaredariya gel de ew ê ziyanên qeyûm ji holê rakin, girîngiyê bidin polîtîkayên çand û zimanî, kooperatîfên komunal û ji bo jinan derfetên û yên aborî ava bikin. Namzetan her wiha diyar kirin encama hilbijartinê wê li tecrîda li ser Rêber Ocalan re jî bibe bersivek.
Ji namzetên Hevşaredariya Tûşbayê Hanim Akkoş a DEM Partiyê yek ji wan mirovan e ku ji ber gundê wan ji aliyê hêzên dewletê ve hate valakirin li Tûşbayê bi cih bûye. Hanim Akkoş di sala 2008'an de li nava tevgera siyasî ya Kurd dest bi kar kir û heta sala 2016'an li nava partiyê di gelek astan de kar kir. Di navbera salên 2016-2024'an de sê serdeman Hevserokatiya HDP'ê ya Navçeya Tûşbayê kir, demekê bû endama meclîsa şaredariyê û ji hevşaredariyê jî di pêşhilbijartinê de weke namzet hate hilbijartin.
Rantxwariya qeyûm ziyanek mezin da
Hanim Akkoş anî ziman ku hevalên wê bi îradeya gel hatin hilbijartin, lê belê mazbataya wan bi rengekî nehiqûqî ji wan re nehate dayin, hîn di roja destpêkê de qeyûm li ser îradeya gel hate tayînkirin û got, "Tevî ku ti xizmetê nake, her wiha karê xwe yê destpêkê qirkirina xwezayê bû. Destpêkê dest bi birîna darên li dora şaredariyê kirin û li şûna daran avahî lê kirin. Bajar bi peravên Gola Wanê xwedî wê potansiyelê bû ku bibe bajarekî tûrîzmê, lê belê ji ber polîtîkayên rant û talanê yên AKP'ê ev taybetmendiya xwe ji dest da. Her wiha li Tûşbayê cotkarî û sewalkarî dihate kirin, lê belê ji ber polîtîkayên bi zanebûn ên AKP'ê gelê me mehkûmî bêkariyê hate kirin. Ciwanên me yên bêkar ji bo karibin debara xwe bikin li înşaetên bajarên rojavayî dixebitin û mixabin salê bi dehan ciwanên me ji ber qezayên kar jiyana xwe ji dest didin."
Em ê Tûşbayê bikin bajarekî ekolojîk
Hanim Akkoş destnîşan kir ku şaredariya AKP'ê gel ji xizmetên bingehîn jî bêpar dihêle û got, "Ji roja ku me şaredarî bi dest xist û pê ve em ê bi sîstema xwe ya hevserokatiyê di serî de ji bo jinan derfetên kar biafirînin. Em ê piştgiriyê bidin sewalkarî û cotkariyê. Em ê bi jinan, bi ciwanan û bi hemû dînamîkên bajêr, bi feraseta rêveberiya ji cih ve bajarê xwe bi rê ve bibin. Tûşba xwedî derfetên pêşketinê ye û dikare hatineyê bide Wanê. Lê belê heta niha bi qasî xizmeta li gundekî li bajêr nehatiye kirin. Em ê bi ahengiya kesk û şîn a Tûşbayê veguherînin bajarekî ekolojîk. Hêz û baweriya me heye ku em vê yekê pêk bîne."
Qeyûm talankerî ye
Ji namzetên Hevşaredariya Farqînê ya DEM Partiyê Kadrî Esen sala 1989’an li gundê Fera yê Farqînê hat dinê. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn û amadeyî jî li Farqînê qedand. Piştî ku li Beşa Têkîliyên bi Gel re ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Firatê mezûn bû, demekî li Silêmaniyê xebitî. Esen di sala 2004’an de vegerî Amedê û di Esen, DÎHA, Azadiya Welat, Xwebûn û Stêrk TV de rojnamevanî kir. Esen destnîşankir wan ji bo bajarê xwe gelek proje danîne ber xwe û ew ê bi hevkariya gel hewl bidin van projeyên xwe bi cih bînin û got,’’Me hinek proje amade kirin. Helbet temamiya van û hîn zêdetir em ê hem bi gelê xwe re hem jî dînamîkên bajar re bikin hevpar. Ne pêkan e ku em ji vir van projeyan hemûyan ragihînin, lê ez dikarim hin mînakan bidim. Di serî de jî divê mirov qala texrîbatên ku bi destê dewletê di dema Berxwedana Xwerêveberiyê ya sala 2015’an û piştî wê li Farqînê çêbûn, bike. Di van qedexeyan de gelek welatiyên me bi destê dewletê hatin qetilkirin. Kolan hatin talankirin, gelek malan zirar dîtin. Ev têrê nekir piştre îradeya gel jî desteser kirin û şaredarî xesp kirin. Di sala 2019’an de me bi hilbijartinê şaredarî dîsa qezenc kir, lê piştî 6 mehan car din qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Qeyûm ji dervey talan û texrîbatê tiştek din nake, xizmetek jî pêşkêşî gel nehat kirin. Gel nikare bikeve şaredariyê jî.”
Namzetê Hevşaredariyê Esen têkilî projeyên aborî jî destîşan kir ew difikirin ku hem li gund hem jî navçeya xwe kooperatîfan ava bikin û got,’’Em ji bo dar çandinê xebatan bimeşînin. Pirsgirêka gundan a xwe gihandina navçeyê heye û ji ber ku gundî zêde nikarin werin navçeyê, esnafên Farqînê jî bi pirsgirêka ekonomîk re rû bi rû dimînin. Em armanc dikin ku hem pirsgirêka ekonomîk a esnaf hem jî pirsgirêka ragihandinê ya gundan ji holê rakin. Ji ber polîtîkaya dewletê hewl tê dayîn ku gelê Kurd bikeve nava krîza ekonomiyê. Em ê xebateke kooperatîfan a komunal bimeşînin û bikin ku her kes ji van kooperatîfan sûd werbigire.’’
Bi berdewamî Esen diyar kir ew ê pergal û hişmendiya qeyûm a dijî jinan ji holê rakin û qadên xebatê ji bo jinan ava bikin, atolyeyan deynin.
Esen her wiha got dema ku ew werin serkar girîngiyê bidin polîtîkayên çand û zimanî û bi polîtîkayên xwe dijî asîmîlasyonê bibin bendek.
Esen bi berdewamî destnîşan kir encama ku ji sindoqan derkeve, wê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibe bersiv û got,’’Dengê ku derbikeve, wê li dijî polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin, bibe bersiv. Em ê bi wesîleya her encama ku ji wan sindoqan derkeve, car din bibêjin, ‘binêrin ev gel we qebûl nake, naxwaze’. Em ê nîşan bidin ku ev gel dixwaze deriyên Îmraliyê vebin. Em ê nîşan bidin ku ev gel ne mehkûmê siyaseta wan a qirêj e. Gelê me divê bi vê zanebûnê biçe ser sindoqan.”
NAVENDA NÛÇEYAN