Li dijî talanê têkoşîna hevpar

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 01:25

ROZA METÎNA / AMED

Hevberdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bal kişand ser talankirina xwezaya Kurdistanê û wiha got:” Ji bo talana xwezayê û talana ekolojiyê ji holê rabe divê xebat bên meşandin. Divê komeleyên ekolojiyê, rêxistinên demokratîk, partiyên siyasî, sendîka, parêzvanên xwezayê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî têkoşîneke hevpar li dijî talankirina xwezayê pêk bînin.’’

Talana xwezayî û ya ekolojîk a bi polîtîkayên şerê taybet girêdayî li Kurdistanê pêk tê dewam dike. Çêkirina bendan, birîna daran, lêgerîna kanê, agirê bi daristanan dikevin mînakên talankirina xwezaya li Kurdistanê ye. Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûnên gel jî dewam dikin. 

Armanc valakirina herêmê ye

Hevberdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram destnîşan kir Kurdistan ji aliyê daristanan ve dewlemend e lê belê bi talankirina xwezayê re cureyên nebatên endemîk jî tind dibin û got,’’Ajalên wekî pezkovî, xezal û her wekî din jî di binê talûkeyeke mezin de ne. Ev talan di heman demê de dibe sedema qeyrana avhewayê jî. Talana ku niha li Şirnexê bi destên cerdevanan pêk tê bi armanca bêmirovhiştinê tê kirin." 

Têkoşîna hevpar girîng e

Adnan Şenbayram bal kişand ser giringiya têkoşîna hevpar û got,’’Divê komeleyên ekolojiyê, rêxistinên demokratîk, partiyên siyasî, sendîka, parêzvanên xwezayê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî têkoşîneke hevpar li dijî talankirina xwezayê pêk bînin. Divê li dijî talana xwezayê têkoşîna hevpar hebe. Ger têkoşîneke wiha bê dayin encax wê demê talan bê sekinandin." 

Dişbe pratîkên salên 90’î

Adnan Şenbayram armanca dewleta Tirk a salên 90’î bi bîr xist û got, ‘’Bi pratîkên taybet ên li Kurdistanê li ser Gelê Kurd koçberî tê ferzkirin. Tê xwestin wekî salên 90'î dîsa gund, navçe û bajar bên valakirin. Ji bo ev pêk neyê divê gel li xweza, mal, av, ax û darên xwe xwedî derkeve. Dema em li dijî polîtîkayên rantê yên dijminatiya xwezayê derkevin wê demê em ê li xweza, mal, av, ax û darên xwe jî xwedî derkevin." 

Tevdîr nayên girtin

Adnan Şenbayram bi domdarî got Li Kurdistanê ji bo rê li asîmîlasyon, koçberiyê bê vekirin agir bi daristanan dikeve û ev diyar kir ev di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de pêk tê û wiha domand: ‘’Dewlet li hemberî agirên bi daristanan dikeve, ne xwediyê amadekariyekê ye. Tedbîrê nagire. Em bi vêya dibînin ku pereyê civakê û baceya ji xizanan tên girtin diçe ji sermayedaran. Divê em yekîtiya civakî pêk bînin û qirkirina ekolojîk asteng bikin." 

Polîtîkayên tehakkûmê

Adnan Şenbayram bal kişand ser polîtîkayên tahakkumê û got,’’Bi van polîtîkayên tahakkumê tenê zumreyeke biçûk dewlemend dibin. Lê belê ev yek rê li xerakirina hevsengiya ekolojiyê vedike. Bi van polîtîkayan mêtingerî li ser gelan tê ferzkirin û gel wekî hêza erzan a kar tê dîtin. Ev bi destên dewletê tê kirin. Divê gel jî li dijî van polîtîkayên antîdemokratîk û mêtinger dengê xwe bilind bike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.