Polêsên Tirk bi ser sê taxên navçeya Bismilê de girt. Wan êşkence li xwediyên malê kir, mal serûbinî hev kirin.

Hefteya bihurî 6'ê Nîsanê, polêsên Tirk bi ser taxên Dicle, Dumlupinar û Haciyê Kurdan ên Bismilê de girt.

Polêsan saet 02:00'an bi ser taxan de girtin û heta 8:00'an dom kir. Ji aliyekî ve jî ji bo ku kolandinê bikin mekîneyên kar jî birin taxan.

Li taxa Dîcleyê nav mal, baxçe û koxa Ibrahîm Halîl Ercan bi mekîneyên kar hate kolan.

Ev kirinên kêfî yên polêsên Tirk li taxên Dumlupinar û Haciya Kurdan jî dubare bûn.

Polêsên dewleta dagirker êşkence li Ibrahim Halîl Ercan û xwediyê malê kir. Ercan li vê malê  mêvan bû. Dema ku Ercan birine taxa Dîcleyê dîsa êşkence lê kirin.

Ercan diyar kir dema ku ew ne li malê bûye li mala wî dema lêgerînê li malikekê hin muhîmmat hatine dîtin û got, ''Gef li min xwarin, gotin tu yê van bigirî ser xwe yan na em ê te bikujin''. Dema lêgerînê Ercan hate destgîrkirin, birin Midûrtiya Polêsan a Bajêr a Amedê û dema destgîrkirina wî hate dirêjkirin.

Ercan ji parêzerê xwe re got, bi saetan êşkence lê hatiye kirin. Parêzer diyar kir ji wêneyê wî jî diyar e ku êşkence lê hatiye kirin.

AMED