SERHAT ARARAT/BERLÎN

 

Kampanyaya îmzeyan a li dijî qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê û ji bo ku navê PKK´ê ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin, dewam dike. Li paytexta Elmanyayê Berlînê Federasyona Kurdistana Azad - Elmanyaya Rojhilat (FED-KURD) Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav-Bel), Meclîsa Jinan Dest-Dan, Civaka Azad di vê kampanyayê de cihê xwe bi awayekî çalak digirin. Ew mal bi mal, kolan bi kolan îmzeyan berhev dikin û ji bilî rakirina qedexekiirina PKK´ê ew îmzeyan ji bo azadiya Ocalan jî berhev dikin. 

Yek ji wan kedkaran li Berlînê hunermenda TEV-ÇAND´ê  û nemdama Meclîsa Jinan, Ozgur Işik e. Wê pêşî li dijî qedexekirina PKK´ê ji cîranên xwe îmze berhev kirine: “Li ber dezgehên xwe em bi Kurdî stranan dibêjin. Em li ser qedexekirina PKK´ê û şerî belavokan didin xelkê. Elman bêyî ku dudilî bibin îmze dikin. Gelek hevalên me yên jin di nava vê xebatê de cihê xwe digirin. Heger ev kampanya biçe serî, û tecrîdkirina Rêbertiyê bi dawî bibe, sirgûniya me jî wê bi dawî bibe. Bibin parçeyek ji vê pêvajoya dîrokî. Hûn jî hema ji deverekê rahêjine vî barî, em bi hev re meselê bi ser bixin.”

 

4 hezar 660 îmze berhev kirin

Ecevît Taşti jî îmzeyan berhev dike. Ew sê caran ketiye hepsê û ji ber ku cezayekî din jî lê hatiye birrîn nikare vegere Bakurê Kurdistanê. Ew beriya bi 5 mehan çûye Berlînê û endamê Nav-Berlînê ye. Ji Gulanê ve ew jî di nava komîsyonekê de li dijî qedexekirina PKK´ê îmzeyan berhev dike. ew dibêje, “Min bi Elmanî nedizanî, lê min her got, ‘PKK, Kurdisch, Rojava’ û di rojekê de 600 îmze bi tena serê xwe berhev kirin.” Wî heta niha bi tena serê xwe 4 hezar 660 îmze berhev kirine û bang dike ku her kes bi dilxwazî vî karî bike.