Li dijî polîtîkayên HTŞ’ê rabe
Duşem 3 Sibat 2025 - 02:30
Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan têkildarî helwesta HTŞ'ê diyar kir ku divê her kes li dijî vê yekê xwedî helwest be û got:"Divê civak xwedî li helwesta Elewî, Kurd, jin û hemû beşên bindest ên li dijî gefa komkujiyê derkeve."
Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan têkildarî modela Rojava, helwesta HTŞ'ê û pergala tê xwestin li Sûriyeyê bê avakirin, axivî.
Kadriye Dogan li ser armanca êrîşên HTŞ’ê wiha got:"HTŞ’ê dixwaze bi avakirina tirs û dehşetê ya di nava civakê de pergala xwe ya şerîatê ava bike. Tunekirina jinan a di qadên civakî de, tunekirina kêmnetewan û bêdengkirina kesên jiyana laîktî dipejirînin, tê armanckirin. Ev yek pêvajoya li Efganistanê ya bi Talîbanê re destpê kir, li Sûriyeyê bi HTŞ’ê re tê domandin e. Hêzên Emperyalist, ji bo tepisandina têkoşînên demokrasî yên li Rojhilata Navîn, ev çeteyên cîhadîst bi kar tîne."
Kadriye Dogan bal bir ser modela li Rojava û wiha got:"Rojava, pergalek ku jin bi awayekî wekhev û azad dijîn û gel bi hevre dijî ava kir. Ev yek tirsa avaniyên mîna HTŞ’ê ne. Hebûna pergalek ku jin di jiyana civakî de çalak in, îdeolojiya wan hildiweşîne. Lewma Kurd, Elewî, kêmnetewan û kesên jiyanek laîktî daxwaz dikin, di bin gefek mezin de ne."
Kadriye Dogan têkîliya Tirkiye ya bi HTŞ’ê re wiha şîrove kir:"Em dibînin ku desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê bi eşkere piştgiriyê dide HTŞ’ê. Heta vê rewşê weke serfiraziyê pêşkêş dikin. Lê heman xeterî ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Ev avaniyên ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê bên rewakirin, li Tirkiyeyê jî gefeke mezin çêdikin. Zîhniyeta ku îro li Sûriyeyê kêmnetewan hedef digre, dibe ku sibehê beralî beşên cuda ên li Tirkiyeyê bibe."
Kadriye Dogan têkildarî helwesta li dijî êrişan wiha pê de çû:"Raya giştî ya demokratîk divê di ferqa vê rastiyê de be. Erka me hemûyan e ku aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê pêk bînin û demokrasiyê ava bikin. Divê civak xwedî li helwesta Elewî, Kurd, jin û hemû beşên bindest ên li dijî gefa komkujiyê derkeve. Eger bêdengî hebe wê ev pêl hê mezintir bibe. Divê her kesên xwedî wijdan li dijî vê derkeve!"
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN