Jina ciwan a Kurd Jîna Amînî li paytexta Îranê Tehranê hatibû qetilkirin. 54 parêzeran bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya bi malbata Jîna Amînî re ragihandibû. Parêzeran bi îmzeyên hevpar diyar kiribû ku rayedarên rejîmê derqanûnî tevgeriyane û ev rewş şermezar kiribûn.

Serdozgeriya Bokanê ji bo îfadeyê bang li 54 parêzaran kir. Di nivîsa serdozgeriyê ya ji parêzeran re hatiye şandin de wiha hat gotin: “Ji bo weşandina wêne, fîlm û nivîsên li dijî parastina rêgezên giştî banga îfadeyê hatiye kirin.”

Her wiha di nivîsê de hatiye gotin, divê parêzer di nava 5 rojan de îfadeyên xwe bidin û piştre jî wê derkevin pêşberî dadgehê.

NAVENDA NÛÇEYAN