- Bi piştgiriya 1003 rewşenbîrên ji 30 welatan, 29 rewşenbîran û di nava wan de fîlozof Slavoj Zizek jî hebû kampanyayeke îmzeyan dabû dest pê kirin û bi milyonam îmze berhev kirin.
Ji bo ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Ewrûpayê bê derxistin, bi milyonan îmze hatin berhevkirin. Encamên kampanyayê hefteya bê wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bên eşkerekirin û paşê jî înîsiyatîfa kampanyayê wê îmzeyan bide Konseya Yekîtiya Ewrûpayê ya ji lîsteyê berpirsiyar.
Di nava 29 rewşenbîran de yên kampanya dane destpêkirin, nivîskara xelatgira nobelê a Awusturyayî Elfriede Jelinek, fîlozofê Slovak Slavoj Zizek jî hene. Wan Înîsiyatîfa Edaleta Navneteweyî ji bo Kurdan damezrandibû û Mijdara 2021'ê ji bo ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê bê derxistin, kampanya dabû destpêkirin. Hema piştî wê 13'ê Kanûna 2021'ê 1003 rewşenbîrên navdar destek dan kampanyayê. Di nava van de derhêner Ken Loach, senartorên Fransî Pierre Laurent, Laurence Cohen jî hebûn.
Li Brukselê encaman eşkere dikin
Înîsiyatîfê ji hingê ve bi milyonan îmze berhev kirin. Îmzeyên hatine berhevkirin wê 31'ê Çile roja sêşemê li Meydana Schuman a ku saziyên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) lê ne, wê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Piştî wê jî ew ê îmzeyan radestî Konseya Yekîtiya Ewrûpayê bike.
Îmzeyên ji Başûrê Kurdistanê, Rojava, Şengal, Mexmûr û çarhêlên Ewrûpayê hatine berhevkirin, ji aliyê noterê ve hatine tesdîqkirin. Ev îmzeyên tesdîqkirî wê sêşemê radestî rayedarên Konseya YE'yê bên kirin. Çav li rê ye bi sedan kesên kampanya bi rê ve birine û destek dane înîsiyatîfê jî li Brukselê amade bin.
Nûnerê 'Progressive International' Daniel Kopp, Berdevkê tevgera aştiyê ya Belçîkayê 'Peace Organisation Vrede' Ludo de Brabander û aktîvîstî 'New World Summit' Jonas de Staal bi daxuyaniyekê gotin, “Li ser navê aştî, demokrasî û mafê mirovan em bang li Konseya YE'yê dikin da ku PKK'ê ji lîsteya rêxistinê terorê derêxe. Bi vê bangê me kampanyayeke îmzeyan a kurewî da destpêkirin û bi milyonan mirovan destek da kampanyayê. Piştî daxuyaniya çapemeniyê em ê îmzeyan bidin Konseya YE'yê.”
KCDK-E'yê bang kir
KCDK-E' ya ku çalak di kampanyayê de cihê xwe girt jî bang li wan kesan kir ku ji bo kampanyayê xwe westandine û got, “Weke KCDK-E me kampanya silav kir û bi endamên xwe destek da kampanyayê. Welatparêzên me û dostên me, nexasim jî yên ku îmze berhev kirin, bila di daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî ya li Brukselê de û di dema radestkirina îmzeyan de amade bin.”
Ji bilî kampanyayê, têkoşîna hiqûqî ya li dijî lîsteya YE'yî jî dewam dike. Li Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê ya li Luksemburgê de li dijî lîsteyê 3 doz dewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN