Li dijî kuştina jinan meşiyan

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 02:10

Di 4’ê Cotmehê de li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl ji aliyê Semîh Çelîk ve hatin qetilkirin. Jinên Kurdistanê li dijî komkujiya jinan daketin qadan û li gelek bajaran çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de hate gotin jinan serhildana xwe ya dijî kuştina jinan geş kiriye û ew ê hesab bipirsin bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ helwesta xwe nîşan dan.

Li navçeya Haliliye ya Rihayê ji aliyê Platforma Jinan a Rihayê ve li qada Topçu daxuyanî hat dayîn. Pêkhateyên platformê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Jinan pankarta "Peymana Stenbolê didin jiyîn û em dest ji jiyana xwe bernadin" vekirin û dowîzên "Heta jin azad nebin civak azad nabin", "Em naxwazin bimrin" hildan.

Wê hesabê kuştinê were pirsîn

Li ser navê platformê endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Mizgîn Kurtoglu axivî û diyar kir ku wê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin.

Platforma Jinan a Wanê der barê zêdebûna qetilkirina jinan û ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş ku 11 roj in agahî jê nayê girtin, meş li dar xist û daxuyanî da. Bi sedan jin bi hilgirtina pankarta “Qetilkirina jinan polîtîk e” û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” heta Kolana Hunerê meşiyan. 

Serhildana jinan mezin dibe

Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt metna daxuyaniyê xwend. Demîr anî ziman ku jin bi hêrs û îsyan li kolanan in û got wan li kolanên vî welatî ku nikarin bi azadî tê de tevbigerin û ji bo jinan ne ewle ne, serhildan mezin kirine. Demîr destnîşan kir ku êş, hêrs û serhildana wan her ku diçe mezin dibe.

Rojîn Kabaîş li kû ye?

Demîr bal kişand ser windabûna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê Îlonê ve agahî jê nayên girtin û da zanîn ku çawa dibe tevî hemû îmkanên teknîkî yên pêşketî tu xeber ji Rojînê nayê? Demîr, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Tenê li ser îhtîmala xwekuştinê radiwestin û li ser vê yekê lêkolîn dikin. Lêgerîn û lêpirsînek bi bandor nakin û raya giştî bi rengekî şefaf nayê agahdarkirin. Ji ber vê yekê fikarên me yên der barê Rojînê de her ku diçe zêdetir dibin.”

Bi domdarî Demîr destnîşan kir ku ev bûyer nîşaneyên nefreta rêxistinkirî û polîtîkayên tundiyê yên li dijî jin û zarokan in. 

Di mehekê 34 jin hatin kuştin

Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê li Parka Balikli daxuyanî da. Li ser navê platformê Nazîfe Kulekçî daxuyanî xwend û bal kişand ser du jinên li Stenbolê hatine qetilkirin. Nazîfeyê Kulekçî diyar kir ku di 6 mehên ewil yên salê de 205 jin hatine qetikirin û di meha Îlonê de jî 34 jin hatine qetilkirin. Nazîfeyê her wiha anî ziman ku wê li kolanan bin û hesab bipirsin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.

Li Amed, Dersim, Denîzlî û Îzmîrê jî jin daketin qadan qetilkirina du jinên li Stenbolê protesto kirin. Di çalakiyan de jinan peyama, “Wê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin” dan.

Di çalakiyan de bêyî navber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.