Li bajarê Elmanyayê Lahrê, polêsê Elman bi ser avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), malên hevserok û rêveberên NCDK´ê de girt. Mesut Aslan ji rêveberên komeleyê ye yên ku polêsan avêtiye ser mala wan; wî got, "Ferman ji konsolosiya Tirk e". 

Doh sibehê saet qederê 07.00´an polêsan bi ser komele û malan de girt. Polêsê Elman bi ser mala yekî ji rêveberên NCDK a Lahrê, Mesut Aslan de jî girt. Ew ji rojnameya me re peyivî: "Bi hinceta di çalakiyên ji 2017 ta 2019´an de al û flamayên 'qedexekirî' hatine hilgirtin avêtin ser komeleya me û malên me. Li malan û komeleyê li tiştan geriyan. Di hin malan de kûçik û polêsên taybet jî hebûne. Telefonên me ji me standin. Bi hinceta 'qedexekirî’ ne al û flamayên li komeleyê desteser kirin.

Aslan bi bîr xist ku cihê komeleya wan aîdê şaredariyê ye û got, "Gava polês bi ser malê de girt xwest min bibe komeleyê. Lê ji ber ku mekanê komeleyê şaredariyê daye me, kilît bi wan re hebû. Bi wî rengî ketin hundirê komeleyê".  

Rîcaya serkonsolos

Aslan got, konsolosiya Tirk sedema serdegirtinan e û got, "Polês got, li ser rîcaya konsolosiya Tirk, bi fermana dozgeriya Karlsruhe lêpirsîn hatiye destpêkirin. Min ji polês re got, bi fermana dewleta Tirk êrişî me dikin, hewl didin komeleyên me krîmînalîze bikin. Serdegirtin jî encama vê ye. Em vê qebûl nakin".

Ji sala 2020’an ve jî ji ber ku destûrên çalakiyan digire, polês pirsgirêkên îqametê ji Mesut Aslan re çêdike. ew her hefte îmze dide polês. n

NAVENDA NÛÇEYAN