DENÎZ BABÎR
FRANKFURT
Bêbextiya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyên global tê rûreşkirin. Kitêbxaneya Ocalan wê dest bi tûra xwe ya li Elmanyayê bike, ciwan û înternasyonalîst jî wê ji 5 ta 13´ê Sibatê bê navber çalakiyan bikin. 13´ê Sibatê li seranserê Ewrûpayê, DYE, Awustralya û heta bi Japonyayê û Arjantînê, bêbextî wê bi çalakiyan bê rûreşkirin.
Bêbextiya li dijî Kurdan a ku pê Rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin, 15´ê Sibatê wê 22 salan li pey xwe bihêle. Bi vê minasebetê wê di asta kurewî de çalakî bên lidarxistin. Ji ber tevdîrên pandemiya Covid-19´ê îsal teqwîma çalakiyan hinekî cihê hatiye diyarkirin. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç got, çalakî wê heta 15´ê Sibatê bê navber dewam bikin: "Em weke KCDK-E, hem di çarçoveya pêngava azadiyê û hem jî bi rasthatina salvegera Bêbextiya Navneteweyî li seranserê dinyayê çalakiyan li dar dixin. Ji 1 ta 15´ê Sibatê çalakiyên me wê bê navber dewam bikin, em bi wan çalakiyan bêbextiyê rûreş bikin û doza azadiya Serok Apo bikin."
Sibe li Hanauyê dest pê dike
Meşên dirêj ên ciwan û înternasyonalîstan, îsal ji ber tevdîrên pandemiyê wê li dar nekevin. Lê li şûna wan çalakiyên ciwan û înternasyonalîstan hene: "Înternasyonalîstên ji welatên weke Spanya, Efrîkaya Başûr, Filîpîn, Norwêc, Kanada, Awustralyayê gelekî dixwestin beşdarî meşên dirêj bibin, lê ji ber tevdîrên pandemiyê nikarîn. Lê dîsa jî, ji 5 ta 13´ê Sibatê, ciwanên Kurd û înternasyonalîstên li Elmanyayê wê çalakiyan li dar bixin." Yuksel Koç got, ev çalakî wê bi mîtînga sibe ya li Hanauyê dest pê bikin.
Di vê çarçoveyê de 9 rojan, her roj li bajarekî din wê çalakî hebin. Hevserokê KCDK-E´yê got, "5´ê Sibatê, yanî înê, li Hanauyê piştî bibîranîna 9 ciwanên di êrişa nijadperest a par de qetilkirî, wê mîtîngek li navenda bajêr bê lidarxistin. 6´ê Sibatê li Frankfurtê, 7´ê Sibatê li Mainzê, 8´ê Sibatê li Darmstadtê, 9´ê Sibatê li Mannheimê, 10´ê Sibatê li Esslingenê, 11´ê Sibatê li Bad Cannstattê, 12´ê Sibatê li Freiburgê çalakî hene. Ji ber tevdîrên Koronayê yên li Fransayê kom wê nikaribe biçe bajarê Fransayê Strasbourgê û ji ber wê, kom wê çalakiya xwe 13´ê Sibatê bi mîtîngeke girseyî li Freiburgê bi dawî bike.
Meşên sê rojî
Ji bo şermezarkirina bêbextiyê, wê li gelek bajaran jî meşên sê rojî bên organîzekirin. Li Paytexta Elmanyayê Berlînê, li bajarên wê Hamburg, Bremen, Stuttgart û Kolnê, li paytexta Fransayê Parîsê, û li bajarê wê Marsîlyayê, li Swîsre, li Belçîka, Awustralya, Yewnanistan û Skandînavyayê jî meşên 3 rojî wê bên organîzekirin.
22 otobus ji bo Ocalan
Yuksel Koç wekî din got, îsal wê li gelek welatan kitêbxaneya seyar a Ocalan bigere. Ji bo vê, 22 otobus wê li welatên cihê yên weke Elmanya, Fransa, Belçîka, Holanda, Swîsre, Yewnanistan, Swêd, Norwêc, Danîmarka, Ingilîstan, Kanada, Awustralyayê bigerin. Ev çalakî hem wê balê bibe ser bêbextiya navneteweyî, tecrîdkirina Ocalan, û hem jî wê fikrên Ocalan û kitêbên wî bide nasîn.
Li Bremenê dest pê kir
Kitêbxaneya seyar a Ocalan li bajarê Elmanyayê Bremenê dest bi gera xwe kir. Otobos wê îro li Oldenburgê be. Otobus sibe wê biçe Hamburgê û bi mîtîngekê wê gera xwe bi dawî bike. Wekî din îro li Stuttgartê otobuseke din wê dest bi gera xwe bike, 7´ê Sibatê yeke din wê li Berlînê dest bi gera xwe bike. Heta 15´ê Sibatê wê kitêbxaneyên seyar ên Ocalan, biçin bi dehan bajaran.
13-14-15´ê Sibatê li seranserê dinyayê
Ji bo protestokirina bêbextiyê, 13´ê Sibatê li seranserê dinyayê wê çalakî hebin. 14´ê Sibatê bi pêşengiya ciwanan wê meşên bi meşaleyan bên lidarxistin. 15´ê Sibatê jî bi pêşengiya TJK-E´yê li ber konsolosxaneyên Tirk û Emerîkî wê çalakî bên lidarxistin.
Koma Xebatê ya ji bo Kurdan a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Efrîkaya Başûr (COSATU) bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan dane destpêkirin. KCDK-E wê bi awayekî çalak destekê bide vê kampanyayê da ku xelk nameyan ji Neteweyên yekbûyê re ji bo azadiya Ocalan bişîne.