Li dijî hovîtiyê serhildan

Çarşem 16 Mijdar 2022 - 00:10

RÊBER COLEMÊRG/ANF/MEXMÛR

 

Xellkê Wargeha Penabera a Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûrê, li dijî hovîtiya dewleta Tirk nerazîbûna xwe nîşan dide. Yek ji xelkê wargehê, Mehmûd Manak dibêje, dewleta Tirk tevî ku çekên qedexekirî bi kar tîne, nikare li hemberî gerîla bisekine: “Bi van dîmenên ku di demên dawî de hatin parvekirin, hovîtiya dewleta Tirk û alîgirên wê, eşkere bû. Em ê ti carî wê hovîtiyê qebûl nekin û em ê her tim li dijî wê têbikoşin. Bila gelên cîhanê, kesên demokrat û dewletên ku dibêjin em demokrat in, erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û li hemberî vê hovîtiyê helwêsta xwe raber bikin.”

Manak wekî din ji gelê Kurd jî xwest ku rabe serhildanê. 

Dayê Xanim Spêrtî jî işaret bi tecrîdkirina li Îmraliyê dike: “Em vê tecrîda li ser Serokê xwe, qebûl nakin. Mînaka Serokê me Kurdan, li ti dera cîhanê nîne. Ji ber ku ew ne tenê Serokê me ye, Serokê mirovahiyê û gelên bindest e. Sedema tecrîd û astengkirina hevdîtinan jî ew e ku kes sûdê ji zanîna wî negire. Divê em xwedî li Serokatiya xwe derbikevin.”

Li ser hovîtiya dewleta Tirk jî Dayê Xanim Spêrtî got, cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne û bi çekên kîmyewî êrişê zarokên Kurdan dike. Ew bi gotinên “Heta ku li cîhanê PKK’iyek mabe, em ê bi bin nekevin û serketin a me ye.”

Yek ji xwendekarên Mexmûrê, Mahir Tunç jî dibêje, Rêber Abdullah Ocalan ji bo rastî heqîqet û gelê Kurd, berxwedaneke bê hempa dike: “Lewma divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Rêber Apo ji bo misogerkirina azadiya gelê Kurd, di temenekî ciwan de, dest bi kar û xebatên şoreşgeriyê kiriye. Bi hevrêyên xwe re ji bo gelê Kurd ji tinebûnê rizgar bike, her tişta xwe ji bo gelê xwe feda kiriye.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.