Li dijî hevkariya sûc piştgiriya bi Ayaz re

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 12 Îlon 2023 - 04:10

  • Ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Kenan Ayaz çalakiya piştgiriyê hat organîzekirin. Doza li dijî Ayaz wê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê dest pê bike. Di çalakiyê de behsa siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan a dewleta Elman hat kirin. Parêzerê Kenan Ayazî, Von Der Behrens jî got, “Dewleta Elman hewl dide têgeha xwe ya teroîrzmê li ser Ewrûpayê ferz bike û zextê li dewletên Ewrûpayê bike.

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG


Siysetvanê Kurd Kenan Ayaz li ser daxwaza dewleta Elman li Qibrisê hat girtin û ji Hezîranê ve ew li Elmanyayê di hepsê de ye. Doza li dijî wî li gorî xala qanûna ceza ya Elman a 129b´yê hatiye vekirin, wê bi rûniştina dozê ya 3´yê Mijdarê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê dest pê bike. 

Înîsiyatîfa ji Kenan Ayaz re azadî, li Hamburgê ji bo piştgiriya bi Kenan Ayaz re çalakiyek li dar xist. Çalakiya li Centro Sociale ya li Hamburgê de, parêzerê Qibrisî yê Kenan Ayazî, Efstathious C Effstathiou, hevpîşeya wî ya Elman Antonia Von Der Behrens, û parlamentera eyaletê yan ji Partiya Die Linke Cansu Özdemir peyivîn.

 

Tecrîd giran e

Parlamenter û seroka Koma Die Linke li parlamenê, Cansu Ozdemir got, nakokiyeke mezin e ku dewleta Elman ji ber ku şerê DAIŞ´ê dikin pesnê Kurdan bide û di heman demê de siaysetvanên ji bo doza rewa ya Kurdan têdikoşin digire. Ozdemir got, girtiyên siyasî yên Kurd wekî din dikevin ber tecrîdeke giran û şertên tecrîdê ji hepsên dewleta Tirk jî girantir in. 

 

Em ê serî netewînin li ber tirsê
Ozdemir bi îhtîmam bal bire ser krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê û got, “Li şûna çareseriyeke aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd, hevalên me yên li vir xebatê dikin digirin, bi vê yekê dixwazin her kesî çavtirsandî bikin. Lê em ê serî li ber vê siyaseta tirsandinê serî netewînin. Çawa li Qibrisê mirov xwedî li hevalê me Kenan derketin, Em ê jî bi heman hestan lê xwedî derkevin.

Ozdemir bi bîr xist ku rûniştina dozê 3´yê Mijdarê dest pê dike û bang li her kesî kir da ku tevlî çalakiyên ji bo piştgiriya bi girtiyê siyasî re bibin.

 

Piştgiriyê veguhezînin Elmanyayê

Parêzera Kenan Ayaz li Elmanyayê, Antonia Von Der Behrens bi bîr xist ku Kenan Ayaz hê bi ciwanî zilma dewleta Tirk dîtiye, demeke dirêj di hepsên dewleta Tirk de maye û wiha dewam kir: “Muwekîlê min ji bo ku careke din neyê girtin, çû Qibrisê û li wir doza penaberiyê kir. Li Tirkiyeyê bûya, wê hê bêhtir di hepsê de bimane, belkî îro sax jî nebûya. Li Qibrisê, bi qasî ku ji destê wî hat li her platformê wî behsa doza rewa ya gelê xwe kir. Tevî ku li Qibirsê ti sûc nekiriye jî, li ser daxwaza Elmanyaya Federal ew radestê wê kirin. Lewma, dewleta Elman hewl dide têgeha xwe terorzîmê li ser temamê welatên Ewrûpayê ferz bike û zextê li van welatan dike.” 
Parêzerê bal bire ser çalakiyên ji bo rawestandina radestklirina Kenan Ayaz jî û got, “Ruhê piştgiriyê yê li Qibrisê ji bo Kenan Ayaz derket holê, divê li vir jî peya bibe.”

 

Ne hiqûq e berjewendî ne

Ji bo çalakiyê parêzerê Kenan Ayaz ji Komara Qibrisê çûbû Hamburgê. Parêzer Efstathious C Efstathiou got, piştî girtina Kenan Ayazî li Qibrisê bi pêşengiya ciwanan gelek çalakî hatine kirin û wiha peyivî: “Doza Ayaz ne dozeke ji rêzê ye. Dadgeha li Qibrisê jî pirr bi zehmetê biryar da di biwara Ayazî de. Lewma tiştên ku Kenan kirine yek ji wan jî li Qibrisê ne sûc e. Pişt kur ew kirin nezaretê, ji bo ku ew radestî Elmanyayê neyê kirin, tavilê komîteyek hat damezrandin. Kenan Ayaz kirin qurbanê berjewendiyên aborî û leşkerî yên  Tirkiye û Elmanyayê. Ji bo ku nerazîbûna xelkê jî nerm bikin şertên weke ‘piştî radestkirina Elmanyayê ew ê teslîmî Tirkiyeyê neyê kirin û heger ceza lê were birrîn, ew ê cezayê xwe li Qibrisê bikişîne’ dan ber Elmanyayê.”

Parêzer Efstathiou got, ji bo serbestkirina Kenan Ayazî li Qibrisê çalakî dewam dikin û muhim e ku ev çalakî li Elmanyayê jî werin lidarxistin.

 

Em nameyan binivîsin

Parêzeran xwest, ji bo rûniştina doza Kenan Ayazî ya 3 Mijdarê dest pê dike, xelk hestyar bibe û bi nameyan jî piştgiriya xwe nîşanî Kenan Ayaz bike.

Ayaz bi Kurdî, Tirkî û hinekî jî bi Elmanî dizane. Kesên dixwaizn dikarin nameyên xwe ji navnîşana li jêr re binivîsin:

Kenan Ayaz
Untersuchungshaftanstadt Hamburg
Holstenglacıs 3
20355 Hamburg

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.