Li dijî êrişan nobeta misêwa 

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 00:04

  • Li Mexmûrê li konê berxwedanê heta sibehê li dijî êrişên artêşa Iraqê nobet tê girtin. KCDK-E´yê bang li Kurdên li Ewrûpayê û dostên wan kir, da ku texsîr nekin û bi çalakiyan piştgiriyê bidin xelkê Mexmûrê. 

Artêşa Iraqê ji 20´ê Gulanê ve her roj hewl dide bi têlan dorê li Kampa Mexmûrê bigire. Li hemberî vê ferzkirinê çalakvanên Mexmûrê ev 13 roj in bê navber li ber xwe didin û bi şev û roj jî nobetê digirin. Ji bo ku ev berxwedana bi rûmet bi tenê nemîne, KCDK-E´yê banga seferberiya ji bo çalakiyên piştgiriyê li Kurdên li Ewrûpayê kir.

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide li dora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, dora wargehê têl bike û bircan ava bike.

Li hember van hewldanan, bi pêşengiya dayikan, xelkê wargehê ji roja destpêkê ve li ber  ber xwe  dide. Ev 13 roj in çalakvan li bin konê berxwedanê, ji êvarê heta sibehê jî nobetê digirin.

 

Di piştgiriya ji bo Mexmûrê de texsîr nekin!

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê “KCDK-E) bi daxuyaniyekê ji Kurdan û dostên wan ên li Ewrûpayê xwest da ku li her cihê ku nûnertiyên Iraqê lê hene, çalakiyan li dar bixin û ji bo Mexmûrê seferber bibin.

KCDK-E’yê bi bîr xist ku xelkê wargehê ji 20´ê Gulanê ve canê xwe kiriye mertal û bê rawestan li ber xwe dide. KCDK-E’yê bal bire ser berxwedêrên wargehê ku temamê xelkê wê yanî jin, ciwan û pîr û kal tê de cihê xwe digirin, û ji Kurdan û dostên wan xwest çalakiayn ji bo piştgiriya wan bikin. 

KCDK-E’yê got, “Xendekên ku artêşa Iraqê ya paşverû kolane, xelk bi destên xwe wan dadigire, ji bo astengkirina dorpêçê canê xwe dike mertal û li ber xwe dide.

Xelkê ji ber zilma dewleta Tirk warê xwe bi cih hiştiye û li Wargeha Mexmûrê dimîne, tevî ku di bin Kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, êriş lê tên kirin. Her kesê li Wargeha Mexmûrê rû bi rûyê tehlûkeyeke cidî ye.”

 

Bila NY bi erka xwe rabe

KCDK-E´yê bal bire rola Neteweyên Yekbûyî (NY) jî û got, bêdengiya wê dibe sedema xurtbûna êrişan: “Bêdengiya NY´yê ya li dijî êrişên Wargeha Mexmûrê nabe ku mirov qebûl bike. Wargeha Mexmûrê, wargeheke sivîl e û di bin venihêrîna NY’yê de ye û lewma divê NY demildest dest li vê rewşê werde. Ji wê, em rasterast bang li NY’yê dikin da ku bi erka xwe rabe.”

 

PDK û Iraq dixwazin wargehê bikin heps

KCDK-E´yê ambargoya PDK´ê ya li ser wargehê jî bi bîr xist û got, “PDK’ya hevkar û hikûmeta Iraqê dor li Wargeha Penaberan a Mexmûrê girtine. Hikûmeta Iraqê ku dixwaze dora Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi têlan bigire û dixwaze wargehê îzole û qir bike, ji 20’ê Gulanê ve gefên cidî li xelkê wargehê dixwe.

Tevî raperîn û bertekên xelkê, tehlûke her ku diçe zêde dibe. Malbata Barzanî ku ji navikê ve bi dewleta Tirk ve girêdayî ye, dibe hevkarê vê pîlana qirêj. Bi êrişên dewleta Tirk û dorpêçkirina Malbata Barzaniyan a hevpar, tecrîd û îzolasyonê ji xwe re dikin armanc da ku Mexmûr veguhere girtîgehê.”

 

Pîlana qirkirinê teşhîr bikin

KCDK-E´yê di dawiyê de got, Xelkê Mexmûrê, li dijî van êrişan canê xwe kiriye mertal, bi pêşengiya Meclisa Gel a Mexmûrê berxwedanê dewam dike û ji bo piştgiriyê jî ev bang kir: “Em berxwedana birûmet a xelkê Mexmûrê ya li dijî qirkirinê silav dikin, em bang li gelê me yê li derveyê welêt dikin da ku li xelkê Mexmûrê bibin xwedî. Em bang dikin da ku li her cihê em lê ne, berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin û bila her kes dewleta Tirk û PDK’ya hevkar û rejîma Iraqê teşhîr bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.