• Lewheya Gilgamêş a 3 hezar û 500 salî ya ku DYE'yê teslîmî Iraqê kir, li Baxdayê hate nîşandan. Rayedaran got, li dijî dizekên dîrokê, ev serfirazî ye.

Lewheya Gilgamêş a 3 hezar û 500 salî ya ku DYE'yê teslîmî Iraqê kir, li Baxdayê hate nîşandan. Rayedaran got, li dijî dizekên dîrokê, ev serfirazî ye.

Lewheya Xewnan a Gilgamêş, yek ji berhemên herî kevin ên edebî yên cîhanê ye û sala 1991’ê dema Şerê Kendavê ji mûzeya Iraqê hate dizîn, DYE'yê ew teslimî Iraqê kir.

Deqa dînî ya 3 hezar û 500 salî ji Destana Gilgamêş beşa helbestê ya nivîskî nîşan dide. Lewhe bi nivîsa mîxî bi Akadî hatiye nivîsîn.

Lewheya kîlî van 30 salên dawî bi belgeyên qelp revandin gelek welatan. Tenê beriya bi 2 salan li mûzeyeke nêzî avahiya hikûmeta DYE'yê bi rengekî beloq dihate nîşandan.

7'ê Kanûnê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê bi daxuyaniyeke çapemeniyê lewhe da Wezareta Çandê.

Wezîrê Çandê Hasan Nazim got, ''Ev peyamek e ji bo wan kesên ku berhemên dîrokî direvînin û li muzayedeyan difiroşin.''

Iraqê îsal bi qasî 18.000 hezar berhemên dîrokî karî wergire. Ji van 17.899 parçeyên 4.000 hezar salî, DYE'yê li Iraqê vegerandin.

BEXDA