Li dijî dîktekirinê Sassy

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 8 Nîsan 2022 - 22:06

  • Ji bo kovara L´Illustré ya Swîsrî, Jade Albasini bi dansvana Kurd û Elewî Diana Akbulut a bi mexlasa Daya Jones re peyiviye. 

Ji bo kovara L´Illustré ya Swîsrî, Jade Albasini bi dansvana Kurd û Elewî Diana Akbulut a bi mexlasa Daya Jones re peyiviye. 

Kovar dibêje, Daya Jones hez dike pratîka Sassy demokratîze bike. Ew dixwaze ku ev fîlozofiya tevgerên bedenê, bike ku jin û mirovên ku xwe ne weke jin û ne jî weke mêr terîf dikin, baweriyê bixwe bînin. Ev fîlozfiya tevgerê yanî Sassy -maneya peyva ingilîzî teqabulî şerûd, rûşûştî dike- wê bi xwe çêkiriye. Ev konsepteke ji xeyala Daya Jones e ya ku ji bo xwe azadkirina ji dîktekirinê hatiye sêwirandin.

Julie de Tribolet ji bo kovarê wêneyên Daya Jones girtine.

Daya Jones piştî dansa xwe ya solo ya pêşî ya li hola Arsenic a li Lausannê, Çileyê bihurî gelekî hatibû ecibandin. Ji bo vê dansvana Kurd a 32 salî şiroveyên weke "Tu weke pêxemberekê yî", "Ji min we ye li ser dikê ez li alşemiyeke ji rastiyê û wêde temaşe dikim" û "Ew di nava rastiyê de qeydkirî ye, lê dîsa jî ew xelateke ji dîmensiyoneke din dide mirovî" hatin kirin.

Navê vê soloya wê ya pêşî «Amour Grenade (Evîna Hinarî)» e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.