Li dijî dagirkeriyê yekdengî

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 22:42

  • Parlementera Iraqê Kurde Omer êrişên dewleta Tirk wek êrişên hovane bi nav kir û xwest li parlementoya Iraqê yekdengiyek li dijî êrişên dewleta Tirk çêbe. 

Parlementera Iraqê Kurde Omer êrişên dewleta Tirk wek êrişên hovane bi nav kir û xwest li parlementoya Iraqê yekdengiyek li dijî êrişên dewleta Tirk çêbe. Kurde got, “Ti behaneyeke dewleta Tirk nayê qebûlkirin ku heta kûrahiya xaka Herêmê were û bobmebaran bike.”

Piştî dewleta Tirk a dagirker beramberî berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê şikesteke mezin xwar, bi rêya sîxûr û xiyanetkaran dest bi qetilkirina penaberên siyasî û bombebarankirina nava bajarên Başûrê Kurdistanê kiriye.
Parlementera Iraqê, Kurde Omer derbarê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û bombebaranên wê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê got, “Êrişkirina ser Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyan karekî ne mirovane ye. Em van karên nemirovane yên Tirkiyeyê şermezar dikin.

Pêwîst e welatên cîran rêzê li xaka Herêma Kurdistanê û serweriya welatê Iraqê re bigrin.”

Divê êriş bên astengkirin

Di dewamê de Kurde Omer got, divê li dijî bombebaran û şehîdkirina welatiyan bi destl dewleta Tirk, yekdengiyek li Parlamena Iraqê hebe:

“Ti behaneyeke dewleta Tirk ku di bombebarana li Germiyan, Axceler û cihên din de welatiyan şehîd dixe, nîne. Hêvî dikim û dixwazim ku di dema nû ya parlamenê de em bikarin li nav parlamena Iraqê de li dijî van êrişan yekdengiyekê çêkin. Em van karên nemirovane şermezar dikin. Divê sînorek li pêş van êrişan were danîn.”

ROJNEWS / KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.